Pîreka astengdar a ku DEDAŞê jê re ceza biriye li benda alîkarîyê ye

Pîreka astengdar a ku DEDAŞê jê re ceza biriye li benda alîkarîyê ye

Li Silopîya navçeya Şirnexê pireka astengdar a bi navê Reyhanî Akdogana ku DEDAŞê jê re cezaya ceyrana qeçax birî ji ber ku nikare heqê cezayê bide ji rayedaran alîkarî teleb kir da ku jê re bibin alîkar.

Ji Reyhanî Akdogana astengdar û nexweş a ku li Silopîya Şir nexê dijî re DEDAŞê hezar û 700 lîre cezaya ceyrana qeçax birî. Akdogana ku zilamê wê di girtîgehê de ye destnîşan kir îmkana wê tuneye ew wê cezaya ku hatiye birîn bide û ji ber vê yekê ji rayedar û xêrxwazan alîkarî teleb kir.

Akdogana ku hewil dide bi meaşa xwe ya astengdarîyê debara xwe mala xwe bike di mala ku kirê kiriye de hewil dide digel qîza xwe jiyana xwe bidomînin û ew ji ber bêderfetîyan di warê dayîna  heqê kirê bi xwe de jî zehmetîyê dikşînin.

Akdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ji ber bêderfetîyan mecbûr maye ku bi ceyrana qeçax emel bike  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber neçarîyê ez mecbûr man ku bi ceyrana qeçax emel bikim. Tu tiştê min tuneye û ez perîşan im. Ji ber vê yekê min ceyrana  qeçax da girêdan.  DEDAŞ hat û ji min re hezar û 700 lîre ceza birî, ez nikarim vê cezayê razînim. Ez astengdar im û bi min re nexweşîya gurçikan heye. Bes serê 3 mehan carekê ez meaşa astengdarîyê distînim. Meaşê ku ez distînim têra tedawîya min nake. Ez di vê malê de kirêdar im û ev 3 meh in ku mi heqê kirê nedaye. Dahata me tuneye û zilamê min di girtîgehê de ye. Tu kes tuneye ku li me xwedî derkevin.”

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkarîya bi Astengdaran  Abdullah Suer derbarê mijarê de bang li rayedarên DEDAŞê kir û xwest cezaya ku ji Akdogan re hatiye birin bê betalkirin.

Suer di berdewama axavtina xwe de bang li xelkê herêmê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li herêma me santrala termîkê heye û ev santral li dinyayê ji wan santralên mezin a 3emîn  e. Lê  binêrin her roj 2-3 kes ji ber qirîza qelb wefat dikin. Em her tim van yekan tînin  zimên. Heyf e, guneh e. Ev jî qey ne bes e di ser de zextan li xelkê dikin.  Dibêjin hûn bi ceyrana qeçax emel dikin. Carekê santrala termîkê li kû derê hatibe damezrandin ceyrana xelkê wê herêmê belaş e û serê malê meaşek tê dayîn ji wan re. Te temamê însanên herêmê kire qanser û te hişt ku bi êşa zirav kevin. Ez ji vê derê bangî rayedarên DEDAŞê dikim. Ev pîrek nikare wê cezayê bide. Jê re bibin  alîkar û zextan li xelkê nekin û bi paşve gav bavêjin.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.