Pireka Sûriyeyî naxwaze çavê wê din jî kor bibe

Pireka Sûriyeyî naxwaze çavê wê din jî kor bibe

Pîreka Sûriyeyî ya ku dema li Sûriyê bû ji ber êşa qenserê çaveke wê kor bûyeji ber ku îxtîmal e çavê wê din jî kor bibe alîkariye teleb kir.

Pîreka bi navê Ayşe Musa(56) berî vê 4 salan digel zilamê xwe yê bi êşa qenserê û 4 zarokên xwe ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê koçî Tirkiyê kir û li Dîlokê bi cî bûn. Ayşe Musa dema ku li Sûriyê bû bi êşa qenserê ket û çaveke wê kor bû, a niha jî dîsa ji ber êşa qenserê îxtîmal e ku çavê wê din jî kor bibe. Her wiha zilamê Musa ji ber ku bi êşa qenserê ye nikare debara malê bike. Ayşe Musaya ku di nava neçariyê de ye niha li benda alîkariya xêrxwaza ye.

Ayşe Musaya Sûriyeyî destnîşan kir ew ewil ji bo ku çavê xwe bide ameliyatkirin hatiye Tirkiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez li Sûriyê bûm ameliyat bûbûm û çavekî min kor bû. Ez ji bo neqla çav hatim Tirkiyê. Ez çend caran çûm xestê lê tu kes bi min eleqedar nebû.”

Musa di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew çûbe kîjan xestê tu kes pê eleqedar nebûye û berê wê dane naxweşxaneyeke din. Musa dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çavê min a ku bi êşa qenserê ketibû ji ber qenserê kor bû. Digel ku çavê min derxistin jî dîsa qenser heta gerdana min belav bû. Ez ji gerdena xwe jî ameliyat bûm. Ez diçim têm lê tu kes bi eleqedar nebû. Ez ê newla çav bibim, lê li Tirkiyê tu kes bi min eleqedar nabe. Ez çûbe kîjan xestê tu kes pê eleqedar nebûye û berê min dane naxweşxaneyeke din. Ez ne rê dizanim ne jî qeweta min heye. Ji ber ku zilamê min nexweş e jî ez nikarim dev jê berdim biçim Stenbolê.”

Musa di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ger ameliyat nebe ew ê çavê wê din jî kor bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez naxwazim çavê min din jî kor bibe. Ji bo vê yekê her tim ez îlacan dixwim. Ger ez van îlacan nexwim dibe ku kor bibim. Ger xêrxwaz û rayedar ji min re bibin alîkar ez ê kêfxweş bibim.”

ÎLKHA





HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.