Pirsgirêka gundiyan a rê xilas nabe

Pirsgirêka gundiyan a rê xilas nabe

ÊLIH - Nişteciyên gundên girêdayê navçeya Qabilcewza Êlihê destnîşan kirin ku heta îro rêyên wan qet nehatiye qîrkirin. Ji ber vî yekê wan bang li rêvebiran kirin ku çareserî ji vî yekê re bibînin.

Gelek gundên ku girêdayê navçeya Qabilcewza Êlihê ne heta niha qet rêyên wan nehatine qîrkirin û ji ber ku tim û tim hêlan çêdibe pirsgirêk xilas nabin.

Bi taybet rêyên gundên wekê Sorexbê, Hartûra, Gurt, Erîtem, Hêrsenge, Axvo, Tîzze, Hêrêgunk, Tînget û Kexkîk heta niha qet nehatiye qîrkirin. Di derbarê vî mijarê de nişteciyên gundan ên ku ji ÎLKHArê axivîn dest nîşan kirin ji ber rê xirab in tu kesê naçe gundê wan.

“Heta niha rêyên me qet nehatine qîrkirin”

Cuneyt Lenkê ku li herêmê ajovanî dike wiha axivî: “Tu kes bi pirsgirêkên me re eleqedar nabe. Heke yekî bi pirsgirêkên me re eleqedar bûbûya qet nebe rêyên gundên me dê wiha nebûya. Heta niha rêyên me qet nehatine qîrkirin. Ji ji rêvebiran daxwaz dikin ku bila rêyên me wek qîr sererast bikin. Ji ber ku xetera mana di rê de heye serwîs bê zincîr dernakevin rê.”

Naîfê Çelîkê Qabilcewzî destnîşan kir ji ber ku li gundên hawîrdor xizmên wî hene her tim ji bo ziyaretê diçe wan gundan. Dûvre Çelîk wiha axavtina xwe domand: “Gundê Hêrsengê nêzê 10 gundik (mezre) ên wî hene. Gundên ku di bin binetara çiyayê Meretoyê ne heta niha qet nehatine qîrkirin. Divê ku dewlet wemildest çareserî ji vî yekê re bibîne.”

 “Rêya nêzê 70 gundan xirab e”

Çelîk destnîşan kir ku gundî van rêyan heq nakin. Dûvre Çelîk wiha pêde çû: “Dewlet feqîr nînin. derfetên dewletê zêde ne. Hikûmet dikare van rêyan qîr bike û divê ku bike jî. Rêyên van gundên hawîrdor qet nehatine qîrkirin. Ev rê hatine berfirehkirin. Lê kafî nînin. Hetmen divê ku ev rê werin çêkirin. Bes ev gund nînin. Rêyên nêzê 70 gundan wiha ye. Di derbarê vî mijarê de gelê me mexdûr e. Em bang li hikûmetê dikin. Divê ku demildest xizmet ji vî gelê re were kirin.”

Ji nişteciyên Gundê Sorexbê Îbrahîm Arici diyar kir ku rêya gundê wan ê ku biçe goristana gund tune, pirên ku hene kêm in û gelek pirsgirêkên din hene. Dûvre Arici pêde çû: “Pirsgirêka me ya gund heye. Di vî dewrê de hêj jî rêyên me bê aswalt in. Dema ku zivistan tê li vir jiyan disekine. Bi taybet dema ku berf dibare rêyên gundên me tên girtin. Em dixwazin ku rêyên gundên me werin qîrkiriin.”

 “Em ji bo robaran pir dixwazin”

Arici destnîşan kir ji bo ku pirên gelek gundan tune pirsgirêk zêde dibin. Arici wiha axavtina xwe domand: “Ji bo robara Gundê Sorexbê hêj jî pirek nehatiye sazkirin. Dema ku hêlanek çêdibe rê bi tevahî tê girtin. Dema ku nexweşê me çêdibe em gelek zehmetî dikêşin. Em rica dikin ku bila ji bo robarên me pir saz bikin. Ji bo hinek robaran pir hatiye sazkirin lê kafî nînin.” (ÎLKHA)

 













 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.