1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin”
“Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin”

“Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin”

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu diKongreya Asayî ya Yekemîn a Teşkîlata Malatya ya HUDA PARê de destnîşan kir “Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin.”

A+A-

Li Malatyayê bi beşdarbûna Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu Yekemîn Kongreya Asayî ya Teşkîlata Bajêr a HUDA PARê hat tertîpkirin. Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di kongreya ku beşdarî bû de derbarê mijarên cûrbecûr de nirxandinan kir û derbarê tiştên piştî damezrandina Komareya Tirkîyê li hember Kurdan hat kirin de got “Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin.”

“Piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin”

Tanrikulu di axavtina xwe ya ku li kongrê kir de destnîşan kir ger em di nav Mislimanan de yekîtî û digel hevîyê dixwazin, ger em biratî û hizûrê dixwazin divê em xwe bi emrên Îslamê ve bigrin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bo vê yekê jî divê welatên Îslamê rewşa xwe cardin ji ber çavan derbas bikin. Ew problemên ku îro li welatên Îslamê pêk hatine problemên me ne û divê em wan di nav xwe de wan çareser bikin. Pêwîst em rê li ber hêzên navneteweyî  venekin da mudaxilî vê qadê nekin. Gelek zêde bo ev biratî bê tesîskirin tê axavtin, lê belê ev yek di pratîkê de ango di sehayê de xuya nake û me vê yekê qet nedît. Wek mînak;  Kurd di pêvajoya damezrîna komarê de digel birayên xwe yên Tirk li dijî Ingilîz, Fransiz û Îtalyanan şer kirin. Lê belê piştî damezradina cumhurîyetê Kurd hatin înkarkirin, asîmîlekirin û qetilkirin. Piştî van tiştên ku derketin holê meseleyeke ku jê re tê gotin meseleya Kurdan bû meseleyeke heremî-navneteweyî. Em wek HUDA PARê dibêjin  welatên emperyalîst mudaxilî meseleyên me nekin. Ger hûn hêvî bikin ew ê Amerîka û Rûsya van meseleyan çareser bikin , hûn ê hê gelekî hêvî bikin û bisekinin. Li wan welatên ku welatên emperyalîst ketinê ji xwîn û rondikên çavan pê ve tiştek derneketiye holê û emperyalîst bo ev yek bidome jî dê her tim fitn û fesadîyê derxinîn.”(ÎLKHA)

 

 

 




















 

Bu haber toplam 379 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.