PKK bi teqandina borîyên petrolê, 250 milyon dolar zirar da Kurdistanê
Hikûmeta Kurdistana Başur di derbarê teqandina borîyên petrolê de daxuyanîyek da û ragihand ku zirara teqandina borîyên petrolê 250 milyon dolar e.
Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di derbarê teqandina borîyên petrolê de daxuyanîyek belav kir. Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê yên ku ji teref PKKê ve hatiye kirin, nêzîkî 250 milyon dolar ziyan daye Kurdistanê.
Li gor xebera Rûdawê, Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa êrîş û tehdîdên li ser borîya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de wiha ragihand: “Ji 27ê tîrmehê vir ve gelek caran hewlên dizîn û li teqandina boriyên petrolê hatine kirin.”
Di daxuyaniyê ku ji teref Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Herî dawî di encama teqandina boriyê de hinartin û şandina petrolê bi temametî hatiye sekinandin û ji ber vê yekê nêzîkî 250 milyon dolar zirar gihîştîye Kurdistanê. Ev ziyana ku hatiye dayîn têra me’aşa mehekê yên hêzên asayiş, polîs û pêşmergeyan e.”
Li gor daxuyanîya ku ji Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, bila tehdîd û êrişên yên ku li borîyên petrola Kurdistanê tên kirin bila werin sekinandin, lewra ew borî, rêya temînkirina nanê gelê Kurdistanê ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.