"PKK êrîşî pêşmergeyan kir"

"PKK êrîşî pêşmergeyan kir"

Berpirsiyarên rêvebirên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku, PKK li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî pêşmergeyên wan kirine û hêj êrîşên wan didomin.

Mihemed Salih, berpirsîyarê pêwendîyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji malpera KDP.info re wiha ragihand: “Ev çend roj bûn hêzeke PDKÎ li devera sînorî ya Keleşînê ji aliyê PKKê ve hatibûn dorpêçkirin, lê piştî van rojan, îro  PKK li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî pêşmergeyên wan kirine û hêj êrişa wan berdewam dike.”

Salih axavtina xwe wiha domand: “Ev çend roj bûn me hewl dida ku rê li ber şerê birakujî û xiyanetê li hember gel û welat bigirin, lê  PKKê ji 2 aliyan ve êrişî me kirin û niha hêzên me bi tundî tên agirbarankirin.”

“Ew dixwazin xwîna kurdan birjînin.”

Mihemed Salih wiha dawî li axavtina xwe anî: “Niha jî em dixwazin rewş aram bibe û rê li pêşîya êrîşa PKKê bê girtin, ji ber ku em şerê birakujîyê bi xiyaneta neteweyî dizanin. Ev hewlên PKKê bo şer li dijî hêzeke xebatkar û Kurdistanî kareke ne rewa ye, û nîşan dide ku ew dixwazin xwîna kurdan birjînin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.