“PKK hewil dide xwe ji teqînê berî bike”

“PKK hewil dide xwe ji teqînê berî bike”

DİYARBEKİR - Naskirîyên kesên di teqîna qamyona bombebarkirî ya ku ji teref PKKê ve li gundika Baqewsê hat înfîlakirin de jiyana xwe ji dest dan ji ber ku PKKê wan bi hevkartiyê îtham dike ji PKKê re bertek nîşan dan û diyar kirin PKK hewil dide xwe ji te

Her weke ku tê zanîn di înfîlakirina teqemeniya li gundika Baqewsê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û li dûv van kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn 8 jinebî û 36  êtîm man.

Nîştecihên gund ên ku li mala taziyê ji ÎLKHAyê re axivîn ji PKKê re bertek nîşan dan, lewra PKK gundîyan wek kesên hevkar dabû nîşandan. Her wiha gundîyan diyarkirin PKK hewil dide xwe ji teqînê berî bike.

“Bi zanebûn qetlîam kirin”

Muxtara gund ê bi navê Bayram Yaman  di axavtina xwe ya kir de diyar kir ew bi xwe naskiriyê kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dabûn e.Yaman di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK bi zanebûn vê qetlîamê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:” Kesên ku di teqînê de mirin hemû naskirîyên min bûn.Qamyona bombebarkirî ji dûr ve hat teqandin.Ev kêmînek e.Heger ku ev ne kêmînek bana ew bombe ew ê neteqiyabana û ew ê ew qamyon çûbana. An jî dikaribûn bibêjin em ev in , neyên ba me de, em ê li we bixin. Dikaribûn van bibêjin.Bi zanebûn qetlîam kirin.Hinek ji wan dergistî bûn, hinek ji wan azeb bûn.Heqê wan tune bû ku vî tiştî kirin.”

 “Qamyonê ji dûr ve teqandinê”

Yaman di berdewama axavtina xwe de xwest kesên ku ji vê qetlîamê re bûne sedem werin cezakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK gundîyan wek kesên hevkar dide nîşandan ku ev yek jî derew e, tiştekî bi vî awayî tune ye, millet pîs dikin.Bi xwe bi xwe diaxivin.Xelkê Kurd wek pîs û nebaş nîşan didin.PKK hewil dide xwe ji teqînê berî bike.Lê nikare xwe ji xwe vê yekê berî bike.Madem karê wan li gund hebû bila gazî min kiribana, ez ê bi wan re çûbana.Ji dêla 16 kesan de bila min kuştibana.Her wiha HDP jî ji vê qetlîamê re bêdeng dimîne ku ev yek ne xema min e. Dixwaze bila li ba kesên mezlûm bin dixwaze bila nebin. Ew kesên ku van tiştan anîne serê me nikarin li ba me cî bigirin. Ew ê çawa werin ba min. Bila him min û zarokên min bikuje û him jî bila werin ba min cî  bigirin. Dema wextê rayan tê tên gund û dibêjin  muxtar tu li kû yî? Yek diçe 10 tên, 10 diçin 20 tên.”

 “Weke ku hûn dibînin agir her derî dişewitîne, mala me jî şewitand”

Kesê bi navê Mehmet Yeşîlmen jî di derbarê bûyerê de axivî. Yeşîlmen di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir kesên failê vê qetlîamê ne diyar in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Fail dê derkevin holê an naderkevin ez wê nizanim. Ev bûyereke mezin e. Ji xwe failên vê qetlîamê kêm zêde tên zanîn.Bi derketin an jî nedirketina failan ew kesên ku hatine kuştin cardin navegerin.  Dirabin  gotinên mîna ‘Gundiyên hevkar’ bi kar tînin ku ev teqez derew e. Weke ku hûn dibînin agir her derî dişewitîne, mala me jî şewitand.”

“Azadî ew ê bi destê xelkê were ne bi destê PKKê”

Yeşîlmen di dawiya axavtina xwe de diyar kir  însanê heremê gelek tehdayî kişand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e hemû kes li van bûyerên ku li heremê pêk hatine binêrin û jê ders û îbretan bigirin.Kesên ku li Şernex, Sûr û Cizîrê bûn şadî û kêfxweşiyê ji însanan re ne anîn.Însan a niha ne bextewartir, ne azadtir û ne rihettir e. Li gor min heger ku azadî bê anîn ew ê xelk bîne. Ne PKK ne jî tu kesê din. Bila dev ji xelkê berdin.”(ÎLKHA)

 

















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler