PKK li Nisêbînê xelkê ji mala wan derdixe

PKK li Nisêbînê xelkê ji mala wan derdixe

Li Nisêbîna Mêrdîna ku ev bû 5 roj qedexeya derketina derve hêj berdewam dike PKK zêxtan li xelkê dike da ku malên xwe terk bikin.

Ev bû 5 roj qedexeya derketina derve li Nisêbînê berdewam dike. Li navçê tengasî û zehmetîyên ceyran, av û erzaqê zehmetîyê dide xelkê navçê.Xelkê ku di navêyna du agiran de maye , îcar jî bi zextên PKKê bi terikandina malan rû bi rû ma.Kesên PKKyî nexasim li Taxa Abdulkadîrpaşa û bi gelemperî jî li taxên din zêxtan li xelkê taxê dikin da ku malên xwe terk bikin. Hat diyarkirin malên ku ji ber tehdîdan tên valakirin ji teref kesên PKKyî ve wek mewzîyan tên bikaranîn.

Hat hînbûn li navçê dem dem pevçûn hê jî berdewam dikin. Xelkê ku gef ji PKKê xwarine her çiqas derketina derve qedexe be jî ji naçarî malên xwe di terikene  û diçin li gundên derdorê bi cî dibin.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di dema teqandina teqemînîyên ku ji teref PKKyîyan ve li hendekan hatine bicîkirin de  hinek kargeh û malên derdorê zirar dîtin.

Li têketina camîyê bombe bi cî kirin

PKKyîyan li Taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê têketin hindirê camîyan. PKKyîyên ku têketin hindirên camîyan ji hoporlerên camîyê marş û sirûdên PKKê lê xistin. Her wiha hat ragihandin kesên PKKyî li têketina Camîya Seyîtlerê teqemenî bi cî kirine.

Hat ragihandin di operyonan de heta niha 20 hendek hatin girtin, her wiha di bûyeran de pîrekek jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok, yek polês tevde 10 kes birîndar bûn(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler