Pkk Zarokên Astengdar Direvîne
Li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê ya malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, li meydana Şêx Seîd, digel germahî û zehmetiyan dewam dike.
Malbatan bal kişandin ser vê yekê ku Pkk zarokên astengdar û yên eqlê wan ne li cî jî direvîne.
Raşît Koçê ku ev serê 50 rojê ye ji Şemzînana Hekkariyê tevlî çalakiyê bûye beyan kir ku qîza wî Zubeyde Koç astengdar e û bi rapor e, digel vêya jî salek berê ji aliyê Pkkê ve hatiye revandin.
Raşît Koç got ku ji bo ji qîza xwe saloxekê bigre çûye hemû kampên Pkkê, lê digel hemû hewl û ğîretan jî ji qîza xwe tu xeber hilnaniye. Bavê dilşewat îfade kir ku heta encamekê bi dest bixwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.