Pkkê Dîsa Êrîşî Xelkê Kir

Pkkê Dîsa Êrîşî Xelkê Kir

Çeteyên Pkkê bi ser navê mucadela li ber narkotîkê, êrîşî derûdor kirin, zirar dan xelkê.

Bi pêvajoya çareseriyê, dewlet û hikûmetê xelkê herêmê, terkî însafa Pkkê kir. Pkk û Bdpya ku ji rewşa hizûra xelkê acis dibin, li xelkê herêmê zordestiyên xwe didomînin. 

Pey revandina zarokan û birîna rêyan, îcar çeteyên Pkkê bi ser navê mucadela li ber narkotîkê, zorbatîyê li xelkê dikin. Çeteyên Ydghyê li navçeya Sûrê hinek welatiyên ku bi îddîa narkotîkê difiroşin li nava kuçeyan derb kir. Çete bi sîlehan di kuçeyên bajêr de weka hovan girtin ser dikan û mehelê. Li mehelê kesên di dikanekê de ewilî derb kirin û paşê bombeya deng avêtin dikanê. Di pey re jî rêya tûrîstîkê ji trafîkê re girtin.

Ehlê mehelê berteka şedîd nîşanî çeteyên Pkkê dan. Wekî tê zanîn 2 meh berê jî dîsa li mehela Sûrê piştî nîvê şevê, çeteyên han bi bihana mucadela li ber narkotîkê girtibûn ser qehwekê, xelkê tirsandibûn û li hinek kesan dabûn.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.