PKKyiyan li Belçîkayê Kurdekî Misliman qetil kir

PKKyiyan li Belçîkayê Kurdekî Misliman qetil kir

BRUKSEL - PKKyiyan li bajarê Charleroiya Belçîkayê Kurdekî misliman ê ehlê Gundê Gêra Caferê ya girêdayê navçeya Kerborana Mêrdînê ye şehîd kirin.

Mehmet Salîh Kayayê ku ehlê Gundê Gêra Caferê ya girêdayê navçeya Kerborana Mêrdînê ye li bajarê Charleroiya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hat şehîdkirin.

Mehmet Salîh Kayayê 38 salî yê ku 4 sal berê ji bajarê Mêrdînê çûbû bajarê Charleroiya Belçîkayê bicî bûbû di taxa ku exlebê wî PKKyî bûn de dijiya. Hat ragihandin ku Kaya çendîn car ji teref PKKyiyan ve hatiye tehdîtkirin.

Hat ragihandin Kurdên ku di taxa Navenda Civaka Kurdan a Charleroî ya saziya PKKyiyan jî li wir bû de dijiyan ji bo ku naçin wê saziyê ji teref PKKyiyan ve hertim dûçarê zextê dibin. Ji kesên ku zextê didît yekî jî Salîh Kaya bû. Ew ji ber ku nediçû wî saziyê çendîn car ji teref PKKyiyan ve hatibû tehdîtkirin.

Di taxa ku exlebê wî Mêrdînî dijîn de dîsa bi heman şiklê di 28ê Gulana 2014an de mixtarê Gundê Gêra Caferê Mehmet Ugurtay ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin û di derbarê Ugurtayî de axavtinên neyînî hatibû kirin. Ji ber vî yekê PKKyiyan zexta xwe ya li ser Salîh Kayayê zêdetir kiribûn.

Her wiha hat belavkirin ku malbata Kayayî jî berê 3 car ji teref PKKyiyan ve hatiye tehdîtkirin. Heta ji malbatê rê wek tehdît name hatiye şandin. Di nameyê de hatiye destnîşankirin ku dê Salîh Kaya bi kêrê were kuştin .

Di gel tehdîtan Salîh naçe saziya PKKyiyan. Dema ku Salîh diçe îş ji endamê Navenda Civaka Kurdan a Charleroî ya saziya PKKyiyan û Mêrdînî Abdulhakîm Kaya li Salîhî heqaret dike. Dema Ku Abdulhakîm Kaya heqaret li merhûm Mehmet Ugurtay dike Salîh wek bersiv dibêje ‘Tu ji kesê ku wefat kiriye çi dixwazî?’ Piştî vî gengeşeya kurt Salîh aliyê wesayîta xwe ve diçe. Abdulhakîm Kaya wî teqîb dike û wî li kêleka wesayîta wî kêr dike.

Salîh Kayayê ku dûçarê êrîşê bûye û 3 car ji qelbê xwe hatiye kêrkirin li ciyê bûyerê şehîd dikeve. Salîh Kaya ji teref kesên hawîrdor ve wek dîndar tê naskirin. Salîh, zewicandî û xwediyê 3 zarokan e.  

Her wiha hat ragihandin ku Abdulhakîm Kaya ji bo 20 hezar Euroyê qaçaxtiya însanan dike û bi heman şiklê Li Ewrûpayê di nabeyna pirsgirêkên ku diqewime de li ser navê PKKê 30 hezar Euro xerac sitandiye.

Cesedê Mehmet Salîh Kayayî niha di mirîxaneya Nexweşxaneya Sîte Natre Dame de ye. Hat ragihandin ku dê Salîh li Gundê Gêra Caferê were definkirin. (ÎLKHA)

 











 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.