Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta sersala Hîcrî peyam weşand

Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta sersala Hîcrî peyam weşand

Ji ber minasebeta sersala Hîcrî ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve peyam hat weşandin, di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew hêvî dikin ku sersala Hîcrî bibe weîsleya hişyarbûn,biratî û wehdeta Mislimanan.

Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin 21ê Îlona sala 2017an teqabûlî sersala Hicrî dike û her wiha bi destpêka vê dîdû re weha hat gotin: “Divê ew rihê biratiyê ya dema ku Pêxemberê me Hz. Muhammed û eshabê wî hîcret dikirin hebû di roja me de ji nû ve bê tesîskirin. Mixabin endîşe û fikara li gor wan welatên medenî yên dinyayê hereketkirin me ji wextê Îslamê ango ji Teqwîma Hîcrî dûr xistiye. Ev yek têra wan nekir û rabûn di her rojeke Teqwîma Mîladî de taybetiyek bi cî kirin û dîroka me bi me dan jibîrkirin.  Îro me dîroka xwe ji bîr kir  û ji Qur’an û Sunnetê dûr ketin. Divê em wek Ummeta Îslamê ji nû ve xwe bi Qur’an û Sunnetê bigrin û divê em hewil bidin da ku em wan  bidin jiyandin û fêmkirin.  Divê em ji ber meseleyên nehêja nekevin îxtîlafê.Mixabin li her derê dinyayê Misliman di nav sefalet û îxtîlafan de ne. Ev rewş wêrekbûnê dide kufrê û hewil tê dayîn da ku Misliman bên tinekirin.”

Di dawiya peyamê de hat  destnîşankirin ew ji Rebbê aleman hêvî dikin ku sersala Hîcrî bibe wesîleya hişyarbûn,biratî û wehdeta Mislimanan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler