Platforma Nesla Qur’anê meha cotmehê wek ‘Meha Nimêjê’ îlan kir

Platforma Nesla Qur’anê meha cotmehê wek ‘Meha Nimêjê’ îlan kir

ÊLIH - Platforma Nesla Qur’anê ya ku meha cotmehê ‘Meha Nimêjê’ îlan kir, di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê di bergeha fealiyetên ‘Nûra Çavên Min Nimêj’ de li gelek bajêran ji bo zarokên 6-10 salî bername tertîp bikin da ku nimêjê bi zarokan bidin h

 Di debarê mijarê de ji teref Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mela Beşîr Şîmşek ve daxuyaniyek hat dayîn. Beşîr di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  heqîqeta herî mezin piştî îmanê nimêj e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nimêj danezaneke evdîtiyê ye û îlankirina ecziyetê ye.Nimêj li ber Afîrînerê kaînatê xwe tewandine.Di wexteke ku tê de fitne belav bû ne de dibe ku sedema muteessîrbûna alema Îslamê terka nimêjê be. Lewra dûrbûna ji nimêjê dûrbûna ji Xweda ye.Dûrbûna ji Xwedê dibe sedema gelek bela û musîbetan.Di bergeha vê heqîqetê de li gor me îhyabûna ummetê bi edakirina nimêjê ye.”

 “Divê derdê me ewil îhyakirina nimjê be”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê derdê me ewil îhyakirina nimêjê be û wiha li axavtina zêde kir: “Dema ku li civakê tê nihêrtin, tê dîtin ku nimêj tê îhmalkirin û ev îhmalkirin jî dibe sedema temamê îbadetên din. Ji vê tabloyê tê dîtin ku divê derdê me ewil îhyakirina nimêjê be.”

“Dê bernameyên ku nimêjê bi zarokan bidin hezkirin bên tertîpkirin”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Em wek Platforma Nesla Qur’anê ji bo ji vê êşê re em bibin merhem û ji bo nimêjê di nava civakê de îhya bikin, me meha Cotmehê  wek ‘Meha Nimêjê’ îlan kir.Em ê di bergeha fealiyetên ‘Nûra Çavên Min Nimêj’ de li gelek bajêran ji bo zarokên 6-10 salî bername tertîp bikin da ku em  nimêjê bi zarokan bidin hezkirin.”

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de  bang li malbatan kir û wiha got: “Ji bona perwerdeya nimêjê zarokên xwe bişînin mizgef û camiyan.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler