Problema herî mezin a erdnigarîya Îslamê tunebûna yekîtîya sîyasî û serokekî hevpar e

Problema herî mezin a erdnigarîya Îslamê tunebûna yekîtîya sîyasî û serokekî hevpar e

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mihemed Huseyîn Yilmazê derbarê zilmên ku li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin de nirxandinan kir destnîşan kir “Problema herî mezin a erdnigarîya Îslamê tunebûna yekîtîya sîyasî û serokekî hevpar e.”

Mihemed Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî bernameya ku li Rehber TVyê  hat weşandin bû. Yilmaz di bernameya ku beşdarî bû de derbarê şehadeta Şehîd Muhammed Mursî, geşedanên ku li Misirê rû didin û derbarê belavbûna li erdnigarîya Îslamê de nirxandinan kir û destnîşan kir “Problema herî mezin a erdnigarîya Îslamê tunebûna yekîtîya sîyasî û serokekî hevpar e.”

Yilmaz di destpêka nirxandina xwe de balan kişand li ser sedemên şehîdkirina Muhammed Mursî û destnîşan kir ji bo sedemên şehîdkirina Şehîd Muhammed Mursî baş û rast bê fêmkirin divê rabirdûya dîrokî ya Misirê bê zanîn.

“Ji ser rayedarekî Tirkîyê yê ku li mîrasa Osmanî xwedî derdikeve xwestin ku ayar bidin Mursî”

Yilmaz di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li pêvajoya darbê ya ku li Misirê li hember Mursî hat kirin û destnîşan kir “Dema ku Mursî bi raya xelkê  hat îqtîdarê makeqanûneke li gorî bawerîya Îslamê pêşkêşî xelkê kir û di vî warî de referandûm hat kirin û makeqanûn hat qebûlkirin. Piştî vê pêvajoya di dema ku pêwendîyên Tirkîye û Amerîka baş bûn de ji ser rayedarekî Tirkîyê yê ku li mîrasa Osmanî xwedî derdikeve xwestin ku ayar bidin Mursî û hetta wê demê ji ser wî rayedarê Tirkîyê ku ew kes Erdogan bû birêveberîya laîk ji Mursî re hat teklîfkirin ku Erdogan di ziyareta ku li Misirê kir de birêveberîya laîk ji wan re anî bû zimên. Amerîka vê gefxwarina xwe ji ser Erdogan kir û peyama ‘Ger hûn birêveberîya laîk qebûl nekin hûn nikarin li îqtîdarê bimînin’ dan Mursî. Mursî guh neda gefxwarinên wan û di netîcê de darbe lê hat kirin.”

“Problema herî mezin a erdnigarîya Îslamê tunebûna yekîtîya sîyasî û serokekî hevpar e”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser sedemên belavbûn û bêtifaqîya di nav alema Îslamê de û destnîşan kir, ji ber serok ango xelîfeyekî Mislimanan tune ye ev qas problem li ser rûyê erdnigarîya Îslamê rû didin. Yimaz dû re axavtina xwe wisa domand: “ Sedema halê me ya perîşantîyê ya îro tunebûna yekîtîya me ya sîyasî ye ku sedema herî mezin a vê problemê jî tunebûna serokekî hevpar e. Di siyaseta Îslamê de jî navê vî serokê hevpar xelîfe ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.