1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qamyon û mînîbus li hev qelibîn: 8 mirî
Qamyon û mînîbus li hev qelibîn: 8 mirî

Qamyon û mînîbus li hev qelibîn: 8 mirî

Li Gurpinara navçeya Wanê mînîbus û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Hat ragihandin  li ser Rêbeja Wan-Hekkarîyê li nêzî Gurpinara navçeya Wanê mînîbus û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 06.00an de 70emîn kîlometreya Rêbeja Wan-Hekkarîyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 65 EN 541 a ku ji Wanê ber bi Hekkarîyê ve diçû û bi qamyona bi palqeya 65 DH 165 a ku ji hember dihat li Guzelsuya Gurpinarê li hev qelibîn.

3 kesên ku navên wan ên ku nehat hînbûn û kesên bi navê Muzaffer Korkmaz, Cevdet Genco, Cevat Toprak, Cengîz Korkmaz,  Zubeyde Çanakên ku bo hevdîtinê diçûn girtîgehê jiyana xwe ji dest dan  û kesên bi navê Zubeyîd Çevîrel û Sînan Bayhan jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA




 

Bu haber toplam 464 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.