Qandîla Mewlûdê bi diayan hat îhyakirin

Qandîla Mewlûdê bi diayan hat îhyakirin

Diyarbekirîyên ku ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê berê xwe dan camîyên li bajêr beşdarî bernameyên li camîyan bûn û dia kirin.

Ji teref Miftîtîya Bajêra Diyarbekirê ve li Mizgefta Mezin a li Sûra Diyarbekirê  ji ber wîladeta Hz. Muhammed bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir  û mewlûda ku hat xwendin berdewam kir. Dû re îlahîyên ku derheqê pêxember de hatibûn nivîsandin bideng kirin.

Welatîyên ku digel malbatên xwe hatibûn camîyê, nimêja xwe kirin û bo rizgarîya alema Îslamê dia kirin.

Ruhat Tunçê ku Qandîla Mewlûdê ya alema Îslamê pîroz kir destnîşan kir ew ê bo yekîtîya ummetê dia bike.

Tunç di berdewam axavtina xwe de diyar kir “Dema ku qala Qandîla Mewlûdê tê kirin divê hatina dinyayê ya Pêxemberê me bê bîra me. Elbet, divê însan bes ne rojek, her tim Pêxemberê me di bîra xwe de bigirin. Ev roj rojeke taybet e. Wîladeta Pêxemberê me ji bo me muhîm e.  Ez ê îşev bo yekîtîya ummeta Îslamê dia bikim.  Ez ê dia bikim da ku ummet di her qadê de tiştên baş bike.”

“Em ê ji birayên xwe yên Misliman re dia bikin”

Welatîyê bi navê Sedat Karataşê ku bo Qandîla Mewlûdê hatibû mizgeftê derbarê mijarê de diyar kir  ew roja ku pêxemberê lê hatiye dinyayê Qandîla Mewlûdê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temamê Mislimanan mukellef in ku ji pêxemberê me re bîat bikin.  Em îşev hatin camîyê. Em ê îbadetên xwe  û diayan bikin. Em ê ji birayên xwe yên Misliman re dia bikin.”

Welatîyên din ên ku beşdarî bernamê bûn destnîşan kirin Hz. Muhammed  divê her tim di bîran de be.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.