Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin pê bidin qebûlkirin red kir

Qatar bi daxuyaniya ku belav kir destbîşan kir ew wê teleba ku ji 13 maddeyan pêk dihat û dihat xwestin ji teref 4 welatên Ereban ve pê bidin qebûlkirin red kiriye.

Wezîrê Karên Dervê yê Qatarê Şêx Muhammed bîn Evdirrehman es-Sabiyê ku ji Al Jazeerayê re daxuyanî da di derbarê mijarê de diyar kir ew telebên ku hatin xwestin li derê mantiqê ne û nayên sepandin.

Wezîrê Karên Dervê yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereb Enver Gargaş jî di debrarê mijarê de diyar kir qebûlnekirina van maddeyan tê maneya ‘veqetîna rêyan.’(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.