Qatilê Ramazan Pîşkîn hat qefaltin

Qatilê Ramazan Pîşkîn hat qefaltin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku qatilê Ramazan Boçkûn yê ku di çayxana xwe de hatibû kêrkirin û canê xwe ji dest dabû hat binçavkirin.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û weha got:

“Ramazan Boçkûn ku wek Ramazan Xoceyê Dîyarbekirê tê naskirin mixabin doh li Fatîha Stenbolê di encama êrîşa kêrkirinê de canê xwe ji dest dabû.

Di encama xebatên Midurtîya Ewlehî ya Stenbolê de qatilê Ramazan Xoce bersûc E.B. hatîye qefaltin.

Ez polêsên me yên qehreman pîroz dikim.

Ji Ramazan Xoce re ji Xwedê Teala dawxazîya rehmê, ji bo xizmên wî jî sersaxîyê dixwazim.

Mekanê wî bila cennet, meqamê wî jî bila alî be.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.