Qerara hevpar: Dê Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî li Sûriyê bicive

Qerara hevpar: Dê Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî li Sûriyê bicive

Di civîna Sûriyê ya ku li Soçiya Rûsyayê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê hat kirin de qerareke hevpar hat dayîn.

Hat ragihandin Serokomar Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn û Serokomarê Îranê Rûhanî yên ku tevlî civîna Sûriyê ya li Soçiya Rûsyayê bûn di warê tertîpkirina Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî ya li Sûriyê de li hev kirine.

Civîna ku li Soçiya Rûsyayê hat tertîpkirin di  seat 18.40an de bi dawî bû. Piştî civînê her sê serok daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn derbarê mijarê de wiha axivî: “ Tirkiye, Îran û Rûsya li hev kirin ku li Sûriyê Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî bê tertîpkirin. Me di warê li Sûriyê tertîpkirina Kongreya Gotûbêjê ya Navneteweyî de desteka Tirkiye û Îranê stand. Divê li Sûriyê hilbijartinên azad bên tertîpkirin. Me di civînê de meseleyên sereke axivî.”(ÎLKHA)

 










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.