Qesra dîrokî li benda restorekirinê ye

Qesra dîrokî li benda restorekirinê ye

ÊLIH - Qesra dîrokî ya ku li gundê Zêrcîla girêdayê Qubîna Êlihê ye a niha li benda restorekirinê ye.

Qesra dîrokî ji teref Eşîra Sînîkayê ve di dema Osmaniyan de hat çêkirin. Gundê Zêrcîlê ya ku qesra dîrokî lê ye 10 kîlometre ji Êlihê dûr e.Endamên Eşîra Sînîkayê a niha li 6 gundên derdorê bi cî bûne û jiyana xwe didomînin. Endamên eşîrê  a niha teleb dikin restorasyona qesra dîrokî ya ku ji bav û kalên wan ji wan re maye bê kirin.

Huseyîn Namlûyê ku ji endamên Eşîra Sînîkayê ye û li gundê Zêrcîlê dijî di derbarê  qesra dîrokî de nirxandinan kir û wiha axivî: “ Ev qesr aîdî Serokê Eşîra Sînîkayê Hesenê Îbrahîm e .Berî ve 120 salî ji teref hinek însanên neqenc ve bêbextî li mezinê eşîra me hat kirin. Ji ber bêbextiya ku hat kirin eskeran di ser gund de girtin.Bi çekên wê demê qesrê dan ber guleyan û qesr hat tahrîbkirin û zirar dît.Piştî vê bûyerê qesr ji teref mezinê eşîrê ve hat nûkirin. Piştî ku serokê eşîrê wefat kir re zarokên wî di qesrê de demekê jiyan. Heta berî vê 50 salî jî di qesrê de kesên ku dijiyan hebûn.Lê a niha ber bi xerabûnê ve diçe.”

Namli di berdewama axavtina xwe de diyar kir li vî gundî ji mekanên dîrokî tenê ev qesr heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qesr tahrîb bûye û bi ber tinebûnê ve diçê. Quwweta me tune ye ku em restore bikin.Ji ber vê yekê em ji kesên rayedar alîkariyê teleb dikin.Em dixwazin ev qesr ji bona turîzmê bê vekirin û jê re bê qezenckirin.Digel restorekirina vê qesrê ew ê ev mekanê dîrokî bê muhafezekirin.”(ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.