Qetlîama ku li New Zelandê hat kirin bi tundî hat şermezarkirin

Qetlîama ku li New Zelandê hat kirin bi tundî hat şermezarkirin

Di daxuyanîya ku piştî civîna MGKyê hat dayîn de hat diyarkirin qetlîama ku li New Zelandê hat kirin bi tundî hatiye şermezarkirin.

Lijneya Ewlehîya Neteweyî ya Tirkîyê di serokatîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de civîya. Piştî civîna ku 4 seat nîv berdewam kir re daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn.  Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di civîna ku hat kirin de mijarên Sûrîyê, hilbijartinên herêmê yên 31ê Adarê û êrîşa terorê ya xaçperest a li New Zelandê hat gotûbêjkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin êrîşa terorê ya li New Zelandê ya ku tê de însanên bêsûc û bêguneh bi şikleke hovane hatine qetilkirin bi tundî hat şermezarkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.