Qetlîama Sabra Û Şatîllayê

Qetlîama Sabra Û Şatîllayê

32 sal berê bi emrê Arîel Şarona Qesabê Beyrûtê, îsraîlên sîyonîst û filleyên falanjîst girtibûn ser kampên Sabra û Şatîllayê û 3500 filistînî qetil kiribûn.

Di 16ê Îlona 1982an de, bi emrê Arîel Şaronê ku bi navê qesabê Beyrûtê dihat zanîn, ordiya Îsraîla siyonîst, kampên Sabra û Şatîllayê muhasara kiribûn û nehiştibûn ku filistînî ji kampan birevin. Goya her du kamp di bin parastina Peymana Navneteweyî de bûn. Îsraîlên siyonîst û fillehên falanjîst, bi xwînxwarî digrin ser kampên li başûrê Beyrûtê û zêdetirî 3500 filistînî qetil dikin.

Her çiqas di qetlîamê de hejmara qurbanan wek 3500 bê îfadekirin jî, ji ber ku pirê cesedan bi komî hatine veşartin, cesed perçe bûbûn û di nav enqazan de hinek cesed mabûn, hejmareke net nehat tesbîtkirin. Lê qetlîam bi emrê zalim û xebîsê Arîel Şaronê ku dewrekê serokwezîrtî kiribû hatiye rastkirin.

Di heqê qetlîamê de lêpirsîna tenê, di 2001ê de li Belçîkayê hat meşandin. Lê sewcîyekî Belçîkayî qirar dabû ku wê lêpirsîna cezayî ya der barê êrîşa ku falanjîstan pêk anîye de nemeşîne. Ji lew meşandina lêpirsînê hatibû sekinandin.

Di salvegera 32an a vê qetlîamê de, hêviya ku qatil û berpirsiyarên qetlîamê hesab bidin tê kirin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.