1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Qetlîama Sûsayê” ya ku PKKê kiriye nayê jibîrvekirin
“Qetlîama Sûsayê” ya ku PKKê kiriye nayê jibîrvekirin

“Qetlîama Sûsayê” ya ku PKKê kiriye nayê jibîrvekirin

DİYARBEKİR - Di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîama ku ji teref PKKê ve hat kirin di gel 24 salan nayê jiibîrvekirin.

A+A-

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din da nîşandan.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorî derxist derve.

PKK,  destê14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re cûn da bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Di gel 24 salan hêj jî ev qetlîam nayê jibîrvekirin. Ji şahidên qetlîamê Fesîh Çetînkaya diyar kir ku roja qetlîamê ew bi xizmên xwe re di mizgeftê de bûne. Çetînkaya diyar kir ku ew ji qetlîamê wek sax xelas bûye. Wî bal kişand ku PKKê beriya qetlîamê çend caran wan tehdît kiriye.

Çetînkaya diyar kir ji ber ku gundî diçûn mizgeftê PKK aciz dibû. Dûvre Çetînkaya wiha axivî: “Em bi hevalên xwe re her tim diçûn mizgeftê. PKKyiyan ji me re digotin; ‘ençin mizgeftê. Çi karê w eli wir heye?’ û me tehdît dikirin. Ji ber zêdebûna jimara kesên ku dihatin mizgeftê ew aciz bûn.”

“Wan pêlavên sporê wegirtibûn û hinek ji wan rûyên xwe boyax kiribûn”

Çetînkaya bal kişand ku PKKyiyan cil û bergên leşkerî lixwe kirine û dûvre di ser mizgeftê de girtine. Dûvre Çetînkaya wiha pê de çû: “Roja qetlîamê me di mizgeftê de nimêja îşayê kir. Şehîd Muhemmed Saîd ji bo ku av vexwe derket derve. Dê em jî derketina derve. Me bihîst ku leşker derve ne. Şehîd Huseynê ku mamê min bû got; ‘bila pêlavên xwe derêxin û werin hindirê mizgeftê. Me tiştekî xirab nekiriye. Çi dixwazin bila werin.’ Wan ji Seîd re gotin ku ew ji Bîsmîlê hatine. Şehîd Seîd bang li Şehîd Huseyînî kir. Şehîd Huseyîn jî got; ‘ev leşker nînin. Ev teror in.’ Lewra pêlavên wan êyn sporê bûn û hinek kes ji bo ku neyên naskirin rûyê xwe boyax kiribûn.”

 “PKKyiyan gotin ‘Xweda li kû ye? Bila were we xilas bike”

Çetînkaya diyar kir ku melayê mizgeftê Şehîd Huseyîn pir berxwe daye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Huseyîn got; ‘heke pirsgirêkek heye em çareser bikin.’ Wan wek ‘tu neaxive’ bertek nîşan dan û dûvre wî birin. Armanca wan ew bû ku wî bibin derekî din. Melayê mizgaftê Şehîd Huseyîn pir berxwe da. PKKyiyan gotin ‘Xweda li kû ye? Bila were we xilas bike. Şehîd Huseyîn çend caran tekbîr anî û dûvre wî şehîd kirin.”Dûvre berê gulan dan me û li me reşandin. Ez ji lingê xwe birîndar bûm.

Fesîh Çetînkaya diyar kir ku piştî qetlîamê gundiyan yek û yek gund terk kirine. Her wiha Çetînkaya ragihand ku dewletê ji wan re gotiye bibin qurucî. Ji ber ku wan wek gundî vê yekê qebûl nekirine vê carê ew bi zulma dewletê re rû bi rû mane.

 “Me bi zorî ji gund derêxistin, her tiştên me talan kirin”

Çetînkaya destnîaşan kir PKKyiyên ku hatine gund bi dewletê re hevkarî kirine û dûvre wan ji gund derêxistine. Dûvre Çetînkaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çend quruciyên dilxwaz hatin gund. Ji wan yekî li derekî din de kuştine. Leşkerên ku ji qereqolê hatibûn xwestin ku em gund vala bikin. Me diyar kir ku têkiliya me bi vê mijarê re tune. Me bi zorî ji gund derêxistin, her tiştên me talan kirin. 3 roj piştî ku me ji gund derêxistin em hatin ku eşyayên xwe hildin. Lê nehêştin ku em têkevin gund. Quruciyan malên me di nabeyna xwe de xwarin.”

 “Hemiyan ji dînê Xweda re xizmetê dikirin”

Çetînkaya wiha axavtina xwe domand: “Şehîd Huseyîn her wext di mizgeftê de bû. Pirtûk dixwend. Ji ber ku mamê min hatibû tehdîtkirin dapîra min nedixwest ku ew biçe mizgeftê. Lê wî digot pêwîst e ku ew ji gundiyan re qala Îslamiyetê bike. Wî digot; ‘heke ez bibim şehîd di şûna min de bi hezaran huseyîn tên.’ Şehîd Alî pir jêhatî û mêrxas bû. Hinek xizmên wî ji bo ku ew neçe mizgeftê zextê lê dikirin. Wî jî digot; ‘heke canê min biçe jî ez dev ji doza xwe bernadim. Hemiyan ji dînê Xweda re xizmetê dikirin.”

 “Gundiyan, PKKyiyan di nav malên xwe de veşartine”

Ji şahidên qetlîamê Mehmet Mehdî Fîdanci wiha diyar kir ku beriya qetlîamê wî cemeta mizgeftê dawetê mala xwe kiriye. Dûvre Fîdanci wiha ragihand: “Dema ku ez çûm mizgeftê şehîd wek kom rûniştibûn. Hinek ji wan ders didan û hinek jiwan jî sohbet dikirin. Ji min re gotin; ‘dê em piştî nimêjê werin mala te.’ Bûyer piştî min qewimî. PKKyiyên ku cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn ji mizgeftê hinek alîgirên xwe hilgirtibûn û di ser mizgeftê de girtine. Gundiyan, PKKyiyan di nav malên xwe de veşartine.”

 “Heke em bigahna nexweşxanê belkû dê pirraniyên wan xilas bûbûna”

Fîdanci bal kişand ku piraniya şehîdan ji ber ku di rê de xwîn ji dest dan şehîd bûn. Dûvre Fîfanci wiha pê de çû: “Li gund kesên ku ajovantiyê dizanîna alîkariya me nekirin. PKK wan tehdît kiribû. Em jî ji ber ku kesên ajovaniyê dizaniya tunebû me bi zora milên xwe wesayîtê anî ser rê. Heke em bigahna nexweşxanê belkû dê pirraniyên wan xilas bûbûna. Piraniya şehîdan ji ber ji destdana xwînê şehîd bûn. Heke gundiyan alîkariya wan nekira PKK nedihat di gund de qetlîam nekir. Heta em sax bin dê me wê rojê ji bîrve nekin.”

Remziye Fîdanciyê (73) dayîka 4 birayên ku di mizgeftê de hatin qetilkirin diyar kir ku dê ew tu car vê rojê ji bîr ve nekin û dê ew roja mehşerê bibin gilîdarê van kesan.

 “Hinek gundî alîkariya PKKyiyan kirin û me kuştin”

Xaltiya Remziye diyar kir ku exlaqê zarokên wê pir xweş bû û wan her tim bi şiklekî xweşik li wê miemele dikirin. Dûvre Xaltî wiha pê de çû: “Ji min re pir baş bûn. Min ji wan pir hez dikir. Nimêjên xwe dikirin. Hemiyan ji wan re digotin; ‘Ew qurbana we bibin. Hûn him nimêjên xwe dikin û him jî karên xwe.’ Hinek gundî alîkariya PKKyiyan kirin û me kuştin.”

Çavê Medenî vekirî bû û piştî ku bi min re axivî can da”

Xaltiya Remziye belav kir dema ku wan fêm kir ku li mizfegtê tiştek qewimiye wan berê xwe dane mizgeftê. Dûvre Xaltî wiha axivî: “Beriya ku Mehmet Saît neçûbû wî digot; ‘înşaellah dê Îslam hakim bibe. Yek dilop xwîna Mislimanan ê ku dirije dê bibe bereket.’ Dema ku Zekî jî li malê bû ji min re digot; ‘dayê gelo ez dişibihim şehîdan?’ Min jê re got; ‘hema hûn diçin û tên qala şehîdan dikin.’ Mekî û Medenî berê derketibûn. Hemî çûn lê venegeran. PKKyiyan nedihêştin ku ez nêzikê mizgeftê bibim. Min derb dikirin. Tu kes alîkariya min nekir. Çavên Medenî vekirî bûn û piştî ku bi min re axivî can da.”

Bav Mistefa Fîdanciyê ku di qetlîamê de 4 lawên xwe ji dest da diyar kir ku roja qetlîamê ew bi zarokên xwe re ji zeviyê hatibûn. Wî diyar kir ku di rê de hinek gundiyan ji wan re gotine; ‘ dê em wan di mizgeftê de bibînin.’ Ji ber vê yekê wek bav ew pir diltirs bûye.

 “Dê ez zulma ku wan li me kiriye ji Xweda re bibêjim”

Bavê kovandarê ku zarokên xwe yên exlaq xweş û xêrxwaz ji dest daye wiha axivî: “Zarokên min gelek baş bûn. Tu kesî aciz nedikirin. Roja qetlîmê em ji zeviyê dihatin malê. Wan ji min re digotin; ‘bavo tu li malê bimîne. Heke em biçin jî dê em di rêya Xwedê Teala de biçin. Lê dê însan ji bo ziyareta te ji Ewrûpayê werin.’ Hemd ji Xweda re. Wan canê xwe di rêya Xweda de dan. Dê ez zulma ku wan li me kiriye ji Xweda re bibêjim.”

 “Hinek gundiyan jî qabloyên telefonê birîbîn”

Mamê Mistefa diyar kir ku kî çi dike bila bike. Dê ew xizmeta ji bo dînê Îslamê bidomînin. Dûvre Mamê Mistefa wiha li axavtina xwe zêde kir: “Medenî birîndar bûbû. Ji min re got; ‘bavo ez baş im. Destê min veke.’ Dema kum in destê wî vekir. Min got; ‘Medenî hêj dijî. Alîkariya min bikin.’ Lê alîkariya min nekirin. Gundiyan wê rojê wesayît neajotin. Wan behane didîtin. Me wan bi zorî bir nexweşxanê. Lê ecelê wan hatibû. Hinek gundiyan jî qabloyên telefonê birîbîn. Hemd ji Xweda re. Rojek ji rojan wan qelbê me neşikandin.”

Abdulkadîr Fîdanci diyar kir dema ku qetlîam çêbûye ew 10 salî bûye. Fîdanci wiha axivî: “Exlaqê birayên min pir xweş bû. Li mizgeftê qetlîam kirin. Em nikarin hestên xwe bînin ziman. Zaroka herî biçûk ya malê ez bûm. Kekên min ji hev pir hez dikirin. Fidakar bûn. Roja qetlîamê min dît ku herkes aliyê mizgeftê ve diçe. Heke me bizanibûya ku ew leşker nînin PKKyî ne belkû wiha şehîdên me zêde nebûya.”

Fîdanci wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me rîca kir ku gundî alaîkariya me bikin da ku em birîndarên xwe bibin nexweşxanê. Lê alîkariya me nekirin. Erebekî lawê mamê min hebû. Sirf ji bo ku wesayît neyê bikaranîn berik berdan wesayîtê. Tiliya hinek gundiyan jî di qetlîamê de hebû. Kesên ku alîkariya PKKê kirine nêzê 200 kesan bûne.”

Alîkarê Serokê Sûsa-Derê Muhammed Afîf Çetînkaya diyar kir ku şehîd nimûneyên herî baş ên doza Îslamê ne.

“Birayên me yên şehîd ji bo doza Îslamê nimûneyên herî baş in”

Çetînkaya bal kişand ku şehîdên Mizgefta Sûsayê di gel zehmetî û bê derfetiyan ew şev û roj xebitîn. Dûvre Çetînkaya wiha ragihand: “Hemî şehîd xizmên me ne. Şehîd Huseyîn Çetînkaya lawê mamê min e. Birayên me yên şehîd ji bo doza Îslamê nimûneyên herî baş in. Di demsala havînê de heta êvarê di germahiya havînê de dixebitîna. Lê dîsa 5 wext nimêjên xwe di mizgeftê de eda dikirin. Wan didan nîaşandan ku ji bo Îslamê çawa dixebitîna.”

 “Birayên me yên şehîd bûn wesîla hişyarbûna gelek kesan”

Çetînkaya bal kişan kesên ku divên rewşa doza Îslamê ya li herêmê hînbibin divê ku li şehîdên Mizgefta Sûsayê mêze bikin. Dûvre Çetînkaya wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li rewşa birayên me yên ku bûne şehîd binêrin. Di aliyekê de 4 bira, di aliyekî de melayê gund û di aliyekî de jî Huseyîn û Aliyê cengawer hene. Birayên me yên şehîd bûn wesîla hişyarbûna gelek kesan.” (ÎLKHA)

 

















































 

Bu haber toplam 356 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.