Qeydên hecê yên sala 2019an berdewam dikin

Qeydên hecê yên sala 2019an berdewam dikin

Serîlêdanên hecê yên sala 2019an berdewam dikin.

Dîrokên qeydên hecê yên sala 2019an berî niha ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve hatibûn diyarkirin. Li gor daxuyanîya Serokatîya Karên Diyanetê serîlêdanên hecê yên sala 2019an berî vê du rojan dest pê kirin û dê heta 14ê mehê berdewam bikin.

Kesên ku dê cara ewil biçin hecê pêşqeydên xwe dê karibin di navbera dîrokên 8-14ê Berfanabarê de bikin. Ew ê qeydên kesên ku berî niha qeydên xwe kiribûn û di pişkê de navê wan dernektibûn, otomatîk bê kirin.

Kesên ku dê cara ewil biçin hecê pêşqeydên xwe dê karibin di navbera dîrokên 8-14ê Berfanabarê de bikin. Kesên ku dê qeydên xwe bikin divê di serî de 20 TLyan heqê qeydê razînin banqê û dû re ji ser malpera  www.hac.gov.tr yê yan jî li midûrtîyan qeydên xwe bikin. Ew ê qeydên kesên ku berî niha qeydên xwe kiribûn û di pişkê de navê wan dernektibûn, otomatîk bê kirin. Kesên ku di navbera van dîrokan de qeydên xwe nekin dê nikaribin beşdarî pişkavêtina hecê ya 2019an bibin. Piştî pişkavêtina ku di 28ê Berfanbarê hat kirin re dê encam di heman rojê de bên aşkerekirin û kesên ku heq bi destxistine biçin hecê dê karibin di navbera dîrokên 02-11ê Çileya 2019an de qeydên xwe yê hecîtîyê bikin.

Ew ê hecîyên Tirkîyeyî di 4-5ê Tîrmehê de bi rê kevin û dê di navbera dîrokên 16ê Tebaxê û 13ê Îlonê de vegerin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.