Qeydên hecê yên sala 2019an dest pê kirin

Qeydên hecê yên sala 2019an dest pê kirin

Serîlêdanên hecê yên sala 2019an îor dest pê kirin.

Dîrokên qeydên hecê yên sala 2019an ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve hatin diyarkirin. Li gor daxuyanîya Serokatîya Karên Diyanetê serîlêdanên hecê yên sala 2019an îro dest pê kirin.

Kesên ku dê cara ewil biçin hecê pêşqeydên xwe dê karibin di navbera dîrokên 8-14ê Berfanabarê de bikin. Ew ê qeydên kesên ku berî niha qeydên xwe kiribûn û di pişkê de navê wan dernektibûn, otomatîk bê kirin.

Orhan Açikbaşê Midûrê Şaxa Bîngolê yê Organîzasyona Umre û Hecê yê Înzar Turîzmê  derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Açikbaş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Kesên ku dê cara ewil biçin hecê pêşqeydên xwe dê karibin di navbera dîrokên 8-14ê Berfanabarê de bikin. Kesên ku dê qeydên xwe bikin divê di serî de 20 TLyan heqê qeydê razînin banqê û dû re ji ser înternetê yan jî li midtîtîyan qeydên xwe bikin. Ew ê qeydên kesên ku berî niha qeydên xwe kiribûn û di pişkê de navê wan dernektibûn, otomatîk bê kirin. Kesên ku di navbera van dîrokan de qeydên xwe nekin dê nikaribin beşdarî pişkavêtina hecê ya 2019an bibin. Piştî pişkavêtina ku di 28ê Berfanbarê hat kirin re dê encam di heman rojê de bên aşkerekirin û kesên ku heq bi destxistine biçin hecê dê karibin di navbera dîrokên 02-11ê Çileya 2019an de qeydên xwe yê hecîtîyê bikin.”

Açikbaş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê hecîyên Tirkîyeyî di 4-5ê Tîrmehê de bi rê kevin û dê di navbera dîrokên 16ê Tebaxê û 13ê Îlonê de vegerin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler