Qursên Qur’anê ew cih in ku lê agahîyên rast ji zarokên 4-6 salî re tê hînkirin

Qursên Qur’anê ew cih in ku lê agahîyên rast ji zarokên 4-6 salî re tê hînkirin

Miftîyê Bajêra Êlihêderbarê qursên Qur’anê de diyar kir “Qursên Qur’anê ew cih in ku lê agahîyên rast ji zarokên 4-6 salî re tê hînkirin.”

Bi beşdarbûna Turgut Erhanê Miftîyê Bajêra Êlihê  li Mizgefta Mihemed Emîn Terece bernameya “Hevdîtina Zarok û Camîyan” hat tertîpkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin Turgut Erhanê Miftîyê Bajêra Êlihê derbarê ehemîyeta mijarê de axavtinek kir.

“Perwerdehîya di emrê 4-6 salan de gelek muhîm e”

Erhan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Qursên Qur’anê ew cih in ku lê agahîyên rast ji zarokên 4-6 salî re tê hînkirin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her çi qas li bajarok, navçe û navenda Êliha me ev qurs vebin ew ê zêdetir agahîyênm rast û dirist ji însanên me re bê hînkirin. Ger em di qursan de agahîyên rast di emrê biçûk de bidin zarokên xwe,  ew ê dahat û îstîqbala me û zarokên me ronahîtir bibe. Ji ber vê yekê perwerdehîya di emrê 4-6 salan de gelek muhîm e.”

 “Rêberê me Qur’an û Hz. Muhammed Mustafa ye”

Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Rêberê me Qur’an û Hz. Muhammed Mustafa ye” û dû re wisa şîret û tewsîyeyan li hîndekarên qursên Quranê kir: “ Divê em metoda Pêxemberê xwe ji xwe re mînak bistînin. Divê em zehmetîyê nedin zarokan, divê em qursên Qur’anê bi wan bidin hezkirin, bi merhemetê li wan muamele bikin û bi vî awayî perwerde bidin wanan. Ji bo hejmara van qursan zêde bibin her çi ji destên me hat em ê bikin. Ez ji wan xoceyên me yên ku di qursan fedakarîyeke mezin nîşan dane re teşekur dikim.”

Erhan di dawîya axavtina xwe de diyar ji bo perwerdekirina zarokan emrê di navbera 4-6 salan de gelek muhîm e ku divê di vê heyamê de ji zarokan re dersa Qur’an û exlaqa baş bê dayîn.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de zarokan Qur’ana Kerîm xwendin û îlahîyan bi dengkirin. Bername bi belavkirina pêlîstokan bi dawî bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.