1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qursên Qur’anê yên Havînê dê di 20ê Hezîranê de dest pê bikin
Qursên Qur’anê yên Havînê dê di 20ê Hezîranê de dest pê bikin

Qursên Qur’anê yên Havînê dê di 20ê Hezîranê de dest pê bikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Qursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve tê lidarxistin dê îsal di 20ê Hezîranê de dest pê bikin.

A+A-

Dîroka destpêka Qursên Qur’anê yên Havînê diyar bû. Qursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve tê lidarxistin dê îsal di 20ê Hezîranê de dest pê bikin.

Qursên Qur’anê yên Havînê yên ku ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve tê lidarxistin ji bo ku bi şiklekî rêkûpêk were birêvebirin şert û mercên qursê hat eşkerekirin.

Qeyd dê di 17ê Hezîranê dest pê bike

Di daxuyaniya ku di çarçova Qursên Qur’anê yên Havîna 2016an de ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku dê qeydên ji bo Qursên Qur’anê yên îsal di 17ê Hezîranê dest pê bikin.

Teqwîma Qursên Qur’anê yên Havînê wiha hat diyarkirin:

Dîrokên Qeyda Dana 1 emîn: 17-26ê Hezîrana 2016an

Dîrokên Qeyda Dana 2 yemîn: 11-24ê Tîrmeha 2016an

Dîrokên Qeyda Dana 3 yemîn: 01-14ê Tebaxa 2016an

Hat ragihandin ku dê ji teref Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve ji bo Vekirina Qursên yên Havînê di 22ê Hezîrana 2016an de roja Çarşemê di saet 14.00an de bernamekê were lidarxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku dê Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, Alîkarê Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Yavuz Unal û Midûrên Giştî yê Xizmetên Perwerdehiyê Prof. Dr. Alî Erbaş beşdarê bernamê bibin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.