Rûsya: Di şerê li Sûrîyê de bi dehan welatîyên Rûsyayê mirin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îddîaya li Sûrîyêmirina bi dehan welatîyên Rûsyayê di wan rojên borî de teyîd kir.
Amerîka di 7ê Sibatê de êrîşî leşkerên ku terefdarê rejîmê yên ku êrîşî Deyr ez Zorê kirin kir. Derket holê di wê êrîşa asimanî ya ku hat kirin de herî kên 100 leşkerên bi pere yên Rûsyayê jî hatine kuştin.
Ev îddîaya mirina welatîyên Rûsyayê ji teref Wezareta Karên Derve ya Rûsya ve hat teyîdkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin bi dehan welatîyên Rûsyayê di şerê li Sûrîyê de mirine û di pevçûna ku li Deyr ez Zorê derket de jî 5 kesên Rûs mirine û nasnameyên wan hêj nehatiye diyarkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.