Rûsya: Ultîmatona ku Amerîka di warê S-400î de da Tirkîyê nayê qebûlkirin

Rûsya: Ultîmatona ku Amerîka di warê S-400î de da Tirkîyê nayê qebûlkirin

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov destnîşan kir “Ultîmatona ku Amerîka di warê S-400î de da Tirkîyê nayê qebûlkirin.”

Hat ragihandin  Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir:“Ultîmatona ku Amerîka di warê S-400î de da Tirkîyê nayê qebûlkirin.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Amerîka ji bo ku Tirkîye di warê mûşekên S-400î de qerara xwe ya dawî bide 2 heftî muhlet da Tirkîyê û ger Tirkîyê S-400î bistîne ew ê li dijî wî mueyyîde bên tetbîqkirin. Her wisa tê diyarkirin ger Tirkîyê li gorî Amerîka hereket neke û ji dêla S-400î de patrîotan nestîne ew ê ji bernameya balafirên şer F-35an bên derxistin û ew ê balafirên şer F-35 jê re neyê firotin.

Piştî vê daxuyanîya ku ji teref Amerîka ve hat belavkirin re ji teref Rûsyayê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir:“Ultîmatona ku Amerîka di warê S-400î de da Tirkîyê nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyê Hulusî Akar destnîşan kir, leşker ji bo perwerdehîya S-400î çûne Rûsyayê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.