Rabiteya însanê ya bi Xweda re bi nimêjê mimkûn e

Rabiteya însanê ya bi Xweda re bi nimêjê mimkûn e

Serokê Giştî yê Îttîhadu’l Ulema Mela Enver Kiliçarslan, bal kişand ku nimêj mîraca mumînan e û dibe wesîleya rabiteya bi Xweda re û şikra ji bo nîmeytên ku Xweda daye însanan bi nimêjê pêk tê.

Serokê Giştî yê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhadu’l Ulema) Mela Enver Kiliçarslanê ku bi wesîla Şeva Mîracê daxuyanî da qala îbadeta nimêjê ya ku di vê şevê de ji teref Xweda ve hatiye dayîn kir. 

Kiliçarslan, diyar kir ku Xweda ji bo ku jê re evditî bikin xukq kiriye û evditiya herî ewil jî edakirina nimêjê ye.

Kiliçarslan destnîşan kir ku nimêj ji hemî Mislimanan re ferz e û qala nêrîna hinek mezheban a di derbarê kesên ku nimêj nakin de kir. Kiliçarslan wiha destnîşan kir; “ Pirraniya alimên Îslamê dibêjin heqê kesên ku nimêj nekin kuştin e. Gor Îmam Ahmed Bîn Hambel, kesê ku nimêj neke ji dîn derdikeve û dibe kafir. Gor Îmam Şafiî û Îmam Malikî heqê kesên ku nimêj kuştin e. Îmam Hanîfî jî diyar dike kesên ku nimêj nekin divê werin zindankirin.”

“Rabiteya însanê ya bi Xweda re bi nimêjê mimkûn e”

Kiliçarslan destnîşan kir mirov di halê secdeyê de herî zêde nêzîkê Xweda dibe. Dûvre Kiliçarslan wiha pê de çû: “Ji bo ku însan evdîtiya xwe û şikra xwe ya ji bo ku Xweda nîmet daye wan eda bike divê nimêj bike. Rabiteya însanê ya bi Xweda re bi nimêjê mimkûn e. Ji bo ku bîada xwe ya ji bo Xweda nû bikin Xweda ji însanan re wek rojê 5 car nimêjê ferz kiriye. Roja Mîracê, Xweda ji Pêxemberê xwe û Umeta Wî re nimêja 5 wextî ferz kiriye.”

“Divê ku em li ser mijarên naskirina Xweda, îbadet û nimêjê zêde bisekinin”

Kiliçarslan, diyar kir qenciya herî baş ew e ku ewlad û ciwanên miletê berê xwe bidin Xweda ye. Dûvre Kiliçarslan wiha diyar kir: “Heke em milet û ewladên xwe ji Xweda, Pêxember û Quranê dûr bixin û berê wan bidin nefs, şeytan, taxut û kesên ku bi Xweda bawer nakin wê çaxê dê dijmintî û îxanetê li ewlad û xizmên xwe bikin. Divê ku em li ser mijarên naskirina Xweda, îbadet û nimêjê zêde bisekinin.”

“Sedema fitne û fesadiyên ku di erdnîgara Îslamê de pêk tê Yahûdî ne”

Kiliçarslanê ku ji ber Îsraîl bangê qedexe kiriye bertek nîşan da wiha diyar kir: “Dema ku Pêxemberê me û eshaba Wî diçûn memleketeke din heke li wir dengê bangê bihatiba bi wan re şer nedikirin. Lê dema ku dengê bangê nehatiba û elametên wan ên ku nemisliman in hebûya bi wan re şer dikirin. Xwedê Teala di Quranê de diyar dike ku dijmintiya herî mezin a li dijî Misliman û kesên hawîrdora wan de ne dê Yahûdî bikin. Xweda di 15 ayetan de le’net li Yahudiyan dibarîne. Wan hewl dan ku Quranê rakin lê ser neketin niha jî hewl didn ku bangê rakin. Sedema fitne û fesadiyên ku di erdnîgara Îslamê de pêk tê Yahûdî ne.”

Her wiha Kiliçarslan diyar kir ku heke ji destê Yahûdiyan bê dê ew bes bangê qedexe nekin. Dê ew her şîarên Îslamê qedexe bikin. Kiliçarslan, dûvre bal kişand ku dê Yahudî mabeda Mislimanan a Qudsê xera bike.

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.