Ramanli: Bila ti kes derd û êşên me, neguherîne beheneya dijminantîyê

Ramanli: Bila ti kes derd û êşên me, neguherîne beheneya dijminantîyê

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ji gengeşîya ku li ser fotoxrafekî hatîye kirin re bertek nîşan da.

Çend roj berê fotoxrafekî ku di musabaqaya fitbolê de hatibû kişandin û di wê fotoxrafê de jî Serkan Ramanli ku Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê ye û Mehdî Oztuzun ku Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê DEMê ye li cem hev in di medyaya civakî de hatibû weşandin, ev fotoxraf jî ji teref Rêkxistina Bajar yê DEMê ve bi bêtehemmulîyekî mezin hatin nîşandan û ew ji vê bêtehemmûlîyê re bertekê nîşan da.

Ramanli bal kişand ku ew ji berteka rêkxistina bajar yê DEMê ku ji fotoxraf di dilê xelka ku hizûr û aştîyê dixwaze de teqdîrekî mezin qezenc kiribû re hatîye nîşandan re heyirî maye, ew digel DEMê peyamên xwe yên aştîyê berdewam kir û îfade kir ku ji bona wan meqam û mewkî ne muhîm e, destnîşan kir ku armanca wan tesîskirina aştîyê ye ku xelkê vê herêmê 40 sal e êş û janan dikşînin.

“Ez ji gengeşîya ku li ser fotoxrafekî tê derxistin re heyirî mame”

Ramanli diyar kir ku wezîfeya wan a mezin ji bo vê xelkê tesîskirina aştîyê ye, “Ez ji gengeşîya ku li ser fotoxrafekî tê derxistin re heyirî mame. Tesîskirina aştîyê deynekî me yê mezin e ji bo xelkê me. Ev ê ku me qîmetdar dike jî ev e, li gorî min ew ê me bişeref bike jî ev e. Şaredartî ye, wekîltî ye, seroktî ye… Ger ku em ji van meqaman re qîmetekî bidin qezenckirin meneya wan hê nû çêdibe. Sîyasetmedarê ku meqam û mewkî ji wî re tiştan dide qezenckirin, tiştekî wî sîyasetmedarê tineye ku bide xelkê xwe.”

“Dijminantîya li ser êş û janên me xerabîya herî mezin e ku ji vê xelkê mezlum re bê kirin”

Ramanli bal kişand ku ev xelk, ev bajar 40 sal e di nav rewşekî dijwar de derbas bûye, êş û eleman kişandîye û hêna jî wan êş û eleman dikşîne, “Ji xwe birînên me qalik girtine. Ne hewceye ku em wan birînana nû bikin. Bila ti kes, êş û elemên me, ji bona xwe neke beheneya dijminantîyê. Ev tişt, xerabîya herî mezin e ku li vê xelkê mezlum bê kirin. Di dewrên ku şîddet wek baranê bû de, hemû kes bi hindikî an jî bi piranî para xwe girtîye.”

“Bila ti kes ranebe hesaba dema borî, ji ser însanên ku dilê wan şewitîne re nebîne”

Ramanli îfade kir ew bawer nake ku ti dilekî ku bedêl daye û mirovên ku hez dikirin winda kirîye ji aştîyê re bibe asteng, “Bileqs mirovên ku bedêl dane, ji bo aştî û biratîyê can didin. Mirovên ku êş û eleman nekişandine, hezkirîyên xwe nekirine binê axê, bi hesreta windayîyên xwe rondikan ji çavên xwe nerijandine qasî me qîmeta aştî û biratîyê nizanin û nikarin jî zanibin. Însanên ku êşên wan wekhev in, ji mirovên ku armancên wan wekhev in zêdetir û saxlemtir minasebetan çêdikin. Di êş û janan de menfeat tineye. Yên ku li ser wan êş û eleman dileyîzin, hêna wan êş û eleman tehm nekirine ne. Bila ti kes ranebe û hesaba dema borî ji ser însanên ku dilê wan şewitîne re nebîne û van tiştan neke.”

“Em ê nebin însanên ku heyfê distînin ji rika ve em ê bexşende bin”

Remanli, desntîşan kir ku ew wek xelkê Kurd alîgirê berdewamkirina aştîyê ne, “Em wek gelê Kurd ku ji şîddetê kurên xwe, qîzên xwe, pîrek û zilamên xwe, xûşk û birayên xwe, heval û xizmên xwe kirine binê axê li qisûrê me nenêrin em hesabê nadin tu kesî, ê ku çav berdabe aşîtîya me em ê hesab ji wan bipirsin, lê em ne li pey vî tiştî jî ne. Em ê nebin însanên ku heyfê distînin ji rika ve em ê bexşende bin. Çîmkî hezkirîyên me yên ku canê xwe dane îro di nav me de bin, ez wisa bawer dikim ku ew ê ji me re nebêjin neyartîyê gur bikin, ew ê ji me re hezkirin, aştî, biratî û hizûrê tewsîye bikin, dibe ku van tiştan ji me re emir jî bikin. Ez jî naxwazim ji Ozan, Salih, Sadî, Sofî û Abdullah, Murat û Abdurrahîm ên bira, Mehmet û Fexreddîn ên ku li ser wan girîyame mirovên nû zêde bikim. Ji hemû kesan zêdetir aştîyê em heq dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.