Raportorê NY: îsraîl bi kuştina zarokan dixwaze ku xelkekî tune bike

Raportorê NY: îsraîl bi kuştina zarokan dixwaze ku xelkekî tune bike

Raportorê Taybet yê Fîlîstînê yê Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, îfade kir ku rejîma îşxalker “bi qetilkirina zarokan dixwaze ku xelkekî tune bike”.

Raportorê Taybet yê Fîlîstînê yê Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, li ser medyaya civakî Xê nirxandinek parve kir.

Albenese, daxuyanîya Philippe Lazzarini ku Komîserê Giştî yê UNRWAyê ye ku îfade kiribû ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmarê zarokên ku hatine şehîdkirin, li gorî hejmara zarokên ku di nav 4 salan de di herban de hatine kuştin zêdetir e girt û weha nirxandinek kir, “îsraîl, li ser axekî ku qasî mezinahîya Philadelphiayê ye, di nav 5 mehan de gelek zarokan kuşt û hejmara wan zarokan jî li gorî hejmara zarokên di dinyayê de di hemû herêmên pevçûnê de hatine kuştin zêdetir e.”

Albenese, weha got, “îsraîl, (li Xezzeyê bi kuştina zarokan) dixwaze ku xelkekî tune bike.”

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.