“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

“Referandûm bo Tirkiyê ne faktoreke gefê ye”

Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re daxuyaniyek da, Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

Bo refarandûma serxwebûnê li Kurdistana Iraqê dengdayîn berdewam dike. Serokwezîrê Birêveberiya Herema Kurdistana Iraqê  Neçîrwan Barzanî piştî ku raya xwe da re li Hewlêrê di Otela Rotanê daxuyaniyek da.Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de diyar kir “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne.”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir referandûm ne tehdîdek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xelkê bes dixwaze şwê daxwaza xweserbûnê nîşanî temamê dinayayê bide. Referandûm tê wateya di 26ê Îlonê de îlankirina dewletbûna Kurdistanê ye. Herema Kurdistanê bi  Iraqê re gotûbêjeke ciddî dixwaze. Hûn ê sibe jî ala Iraqê li vê derê bimînin, em vê ala ranekin.”

Barzanî derheqê pêwendiyên wan a bi Tirkiyê re de diyar kir referandûm bo Tirkiyê ne gefek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Referandûm bo Tirkiyê qet ne tehdîd e. Em hêvî dikin ku Tirkiye me fêm bike û vê yekê ji xwe re wek gefê nebîne. Em dixwazin ku wan mişkîleyên me yên bi Iraqê re fêm bikin. Hevdîtinên  me bi wan re dewam dike. Li heremê bo Tirkiyê ji Kurdan û Kurdistanê dosteke baştir tuneye. Em naxwazin tu tişt vê pêwendiyê xera bike. Em ne gefê li Tirkiyê dixwin û ne jî eleqê xwe ji karên hundir ê Tirkiyê tînin. Em dixwazin pêwendiyên xwe di her qadê de baştir bikin.”(ÎLKHA)






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.