Rejîma îşxalker, di nav 4 mehan de, li gorî pileya herbên cîhanî ya di 4 salan de zêdetir zarokan qetil kir

Rejîma îşxalker, di nav 4 mehan de, li gorî pileya herbên cîhanî ya di 4 salan de zêdetir zarokan qetil kir

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Philippe Lazzarini, bal kişand, hejmara zarokên ku di nav 4 mehan de li Xezzeyê hatine qetilkirin, li gorî pileya hejmara ku di nav herbên cîhanê ya 4 salan de hatine kuştin zêdetir e.

Komîserê Giştî yê UNRWAyê Lazzarini, di daxuyanîya ku li ser hesaba xwe ya Xê belav kir de weha got, “Hejmarê zarokên ku tenê di nav 4 mehan de li Xezzeyê hatine qetilkirin, ji hejmara zarokên ku di nav 4 salan de ku di herbên cîhanê de hatibûn kuştin zêdetir in.”

Lazzarini, vê rewşê wek “mirovan dihejikîne” wesifand û got, “Ev herb herbekî li dijî zarokan e. Ev, herbekî li dijî zarokên wan û siberoja zarokên wan e. Ji bo başîtîya zarokên Xezzeyê bila niha agirbest bê îlankirin.”

Di îstastîstîkên ku Lazzarini belav kir de hat îfadekirin ku di nav 4 mehan de li Xezzeyê ji 12 hezar û 300an zêdetir zarok hatin qetilkirin, li giştîyê cîhanê jî di nav 4 salan de 12 hezar û 193 zarok hatibûn qetilkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.