“Rejîma Siûdî, ji Îsraîlê siyonîst daxwaz kir ku êrîşî Lubnanê bike”

“Rejîma Siûdî, ji Îsraîlê siyonîst daxwaz kir ku êrîşî Lubnanê bike”

Nasrallahê Sekreterê Giştî yê Hîzbullah destnîşan kir Rejîma Siûdî, ji Îsraîlê siyonîst re bi milyaran dolar teklîf kir da ku êrîşî Lubnanê bike.

Hasana Nasrallahê Sekreterê Giştî yê Hîzbullah derbarê Saad Harîriyê ku ji Serokwezîrtiya Lubnanê îstîfa kir  û derbarê helwesta Siûdî ya derbarê Lubnanê de nirxandinan kir. Nasrallah derbarê mijarê de destnîşan kir Rejîma Siûdî, ji Îsraîla siyonîst re bi milyaran dolar teklîf kir da ku êrîşî Lubnanê bike.

“Rejîma Siûdî, ji Îsraîla siyonîst daxwaz kir ku êrîşî Lubnanê bike”

Nasrallah di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew komên ku ji teref rejîma Siûdî û Amerîka ve li Lubnanê hatine damezrandin ji teref hêzên berxwedanê ve hatin paqijkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lubnan ji roja şemiya borî ve ketiye nava qeyraneke nû ya siyasî. Çareseriya vê qeyranê bi helwest û bertekên Lubnaniyan ve girêdayî ye. Em niha ji vir û wir ve gefxwarinan dibihîzin.  Saad Harîrî niha li Siûdê hatiye girtin û nahêlin ku ew vegerê Lubnanê.  Bo Saad Harîrî ji serokatiya partiya el-Mustakbel bê girtin û bêyî ku îstîşare di nav partiyê de bê kirin tê xwestin serokekî din bê tayînkirin û bo vê yekê xebat hatin destpêkirin. Em wek dengekî dibêjin pêwîst e ku Harîrî vegere Lubnanê. Ez vê yekê ne wek şîroveyekê wek agahiyekê dibêjim. Rejîma Siûdî, ji Îsraîla siyonîst daxwaz kir ku êrîşî Lubnanê bike. Bo vê yekê Siûd amade ye ku milyar dolaran bide siyonîst îsraîl. Rejîmê siyonist niha bê yekê dinirxîne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler