Rejîma terorîst êrîşî Xan Yûnisê kir: 350 şehîd

Rejîma terorîst êrîşî Xan Yûnisê kir: 350 şehîd

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, di encama êrîşên xwe yên ku di navbera du rojan de li Xan Yûnisê li dar xist de 350 kesan şehîd kirin, bi sedan mirov jî birîndar bûn.

Rejîma terorîst û artêşa wî, li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne.

Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê diyar kir ku terorîstan li Xezzeyên di nav 48 seatên dawîn de “38 qetlîaman” li dar xistine.

Hat daxuyandin ku di êrîşan de sîvîl hatine hedefgirtin.

Di encama êrîşên ku ji alîyê hewa, bejahî û behrê ve têne lidarxistin de, di navbera wan de zarok û pîrek jî hene 350 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.

Ekîbên parastina sîvîl û tenduristîyê diyar kirin ku ew ji ber astengîyên rejîma sîyonîst, hêna jî nikarin xwe ji cesedên ku di kolan û ceddeyan de ne re bighêjinîn.

Tê destnîşankirin tankên ku aîdên îşxalkeran e li rojavaya Xan Yûnisê derdorê Zanîngeha El Eqsayê ku bi dehan malbat xwe sipartine li wê derê dorpêç kirîye.

Hat îfadekirin ku di zanîngehê de zarok, pîrek, îxtîyar û nexweş hene.

Bombekirina derdorê Nexweşxaneya Emel û Nexweşxaneya Nasirê ya ji teref rejîma îşxalê ve jî bû sedema xeserên ciddî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.