Rektora Bihîcab Ya Ewil

Rektora Bihîcab Ya Ewil

Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç, serê xwe nixumand û êdî bi hîcabê wezîfe dike

Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç, serê xwe nixumand û êdî bi hîcabê wezîfe dike. Bi vî awayî bû rektora ewil ya sernixumandî.

  Fotoğrafên rektora bihîcab, ji aliyê sekreterê giştî yê zanîngehê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun ve li ser medyayê sosyalê hatin parvekirin. Sabrî Eyîgun li ser hesabê xwe ya Twîtterê wiha got: “Rektora Zanîngeha Dîcleyê Mamosteya me Prof. Dr. Jale Saraç, îro sernixumandî hatiye meqamê xwe. Em dibêjin serxêrê be.”

  Prof. Dr. Eyîgun ji Ajansa Anadoluyê re wiha got: “Rektor Prof. Dr. Saraç ev demeke dirêj bû ku dixwest serê xwe bigre. Em bawer in ku niha ji bo sergirtinê xwe amade dît. Lewra berê di seha qamuyê de, sergirtin qedexe bû.

  Piştî ku qedexeya li ser sergirtinê hat rakarin û hin parlementerên jin sergirtî çûn meclisê, ev yek di seha qamuoyê de jî normalîze bû.

  Mamosteya me, ji ber qedexeyan û ji bo zirar negihêje zanîngehê, ev daxwaza xwe neanîbû cih. Mamosteya me niha sergirtî tê meqam û bextewar e. Bi vî awayî rektora me bû yekemîn rektora sergirtî ya Tirkiyê."

                                  BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.