“Remezan ne meha şahî û mihrîcanê ye; meha îbadet û muhasebê ye”

“Remezan ne meha şahî û mihrîcanê ye; meha îbadet û muhasebê ye”

Mela Fexreddîn Aslanê ku ji alimên navdar ê Wanê ye destnîşan kir Remezan ne meha şahî û mihrîcanê ye; meha îbadet û muhasebê ye.

Mela Fexreddîn Aslanê ku li Wanê melatîyê dike derbarê ehemîyet û girîngîya meha Remezanê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Mela Fexreddîn di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Remezan ne meha şahî û mihrîcanê ye; meha îbadet û muhasebê ye.”

“Meha Remezanê meha camî, îbadet û muahsebê ye”

Aslan di axavtina xwe de diyar kir divê em di meha Remezanê de xwe bikşînin hisabê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê mumin di meha Remezanê de hisabê vê yekê bikin: Min van 11 mehan çawa derbas kir, min ji Rebbê xwe re çi qas îbadet kir, min çi qas guneh kirin û min terka çi qas gunehan kir, min serê wan melekên ku min dişopînin bilind kir an jî kir ber wan, divê ez bo sala were hazirîyeke çawa bikim? Ji ber vê yekê meha Remezanê meha muhasebê ye. Divê muminek bo leyletul qedra ku ji hezar hezar mehî bi xêrtir e re wisa amadehîyê bike.Tu meha Remezanê ne meha xwarin û vexwarinê, şahî û mihrîcanê ye; bereks meha Remezanê meha camî, îbadet û muahsebê ye. Ew mihrîcan û konserên ku tên tertîpkirin dibin sedem ku xelk camî û nimêjên terawîhan bimînin.”

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.