Reqemên bêkariyê hatin eşkerekirin
Li Tirkiyê reqemên bêkariyê di meha adarê de 432 hezar kes kêm bû û hejmera bêkaran dakete 3 milyon û 210 hezaran.
Ji teref TUÎKê ve reqemên bêkariyê ya meha adarê ya sala 2018an hat eşkerkirin. Li gor danayên TUÎKê li Tirkiyê hejmara kesên bêkar di meha adarê de li gor heman meha sala borî 432 hezar kes kêm bû û hejmera bêkaran dakete 3 milyon û 210 hezaran.
Rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 47,1
Di meha adara sala 2018an de li gor heman meha sala 2017an hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin milyonek û 10 hezar kes zêde bû û hejmar derkete 28 milyon û 499 hezaran û rêjeya îstîhdamê jî ji sedî bû 47,1an.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.