Rêwîtiya debara bi zehmet a bêrîvanan

Rêwîtiya debara bi zehmet a bêrîvanan

ÊLIH - Berîvanên Gundê Receba ya Girêdayê Êlihê ji bo ku aboriya xwe temîn bikin rojê 2 car diçin beriyê û ew ji xeynî vî karê ew karê malê dikin û diçin bostanê.

Berîvanên Gundê Receba ya Girêdayê Êlihê destnîşan kirin ew ji bo ku aboriya xwe temîn bikin rojê 2 car diçin beriyê. Her wiha ew wek gundî karê xwe yên malê yên rojane dikin û diçin bostanê.

Berîvanan destnîşan kirin ku vî karê heywandariyê di derfetên zor û zehmet de pêk tînin. Her wiha wan destnîşan kir ji bo ku aboriya xwe temîn bikin rojê 2 car diçin beriyê. Nişteciyên Gundê Receba destnîşan kirin ku ji dawiya meha adarê heta dawiya meha tebaxê heywanên xwe ji bo ku şîr zêde bibe derdixin zozanan. Dema ku ew wek gundî pezên xwe derdixin zozanan rojê 2 car diçin beriyê.

Ji nişteciyên gund Fatîha Karakuş diyar kir ku 35 sale wek bûk hatiye Gundê Receba û ji vî çaxê pê ve her havîn di zozanan de pez dotiye. Dûvre Karakuş axavtina xwe wiha domand: “Her roj ji bo dotina pez em 2 car diçin beriyê. Em sibe û esrê diçin beriyê. Pezên xwe didoşin. Şîrê tînin malê û dikin penîr. Em oenîrên ku çêdikin difroşin. Em aboriya malbata xwe bi penîrên ku çêdikin temîn dikin. Di gelemperê gundê me de bîrên niftê hatiye sazkirin lê zarokên me hilnedan îş. Em jî debara xwe bi vî şiklî têmîn dikin.”

 “Her malbat pezên xwe bi rengekî cuda boyax kiriye”

Kadriye Karakuş destnîşan kir ku ew her roj bi19 malbatan re diçe zozanan û li wir pez didoşe. Dûvre Kadriye Karakuş wiha pêde çû: “Em çendîn sal e ku diçin zozanan û pez didoşin. Em ji şîrê ku tînin penîr çêdikin. Em bi penîrê ku çêdikin û dûvre difroşin re aboriya xwe temîn dikin. Di gundê me de 2 kerî pez heye. Keriya me ji pezê 19 malbatan pêk tê û nêzê hezar pezan e. Me wek 19 malbat şivan girtiye. Her malbat pezên xwe bi rengekî cuda boyax kiriye. Ji ber vî yekê zarokên me jî heywanên ne nas dikin. Bizin û mêşin tev de 30 pezên min heye û ez rojê 2 car diçim beriyê û pez didoşim.”

Ji berîvanan Perde Karahan diyar kir ku ji zaroktiya xwe pê ve diçe beriyê. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji zaroktiya xwe berîvantî dikim. Ez 30 sal e zewicîme. Hêj ev didome. Ji ber ku aboriya gund ji heywandariyê tê temîn kirin em girîngiyê didin vî karê. Em ji şîrê ku ji beriyê tînên penîr û berên şîr amade dikin û difroşin. Em her roj bi gundiyan tên qada gund û dûvre bi trextorê diçin beriyê. Karê me bes berîvantî nînin. Em karên malê û bax û baxçeyan jî dikin. Em 19 malbat her roj malakî taştê, firavîn û şîva şivanan amade dikin û dibin beriyê.”

Alî Kurtê ku 40 sal e bi şivantiyê aboriya xwe temîn dike wiha axivî: “Karê me koçeran her tim heywandarî û şivantî ye. Em li Gundê Receba de bi zarokên xwe ve şivantî dikin. Rojê 2 car em ji bo berîvanan keriyê kom dikin. Di ciyê ku em pez kom dikin de berîvan tên pez didoşin. Gundî wek maldor xwarina me tînin.” (ÎLKHA)

 























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.