“Rewşa arteşa Almanya dramatîk e”

“Rewşa arteşa Almanya dramatîk e”

Li gor raporta dawî ya raportorê hêzên çekdar a Meclîsa Federal a Almanya, arteşa Almanya di rewşeke wisa xirap û nebaş de ye ku ev yek dibe sedema fikarê.

Hans-Peter Bartelsê raportorê hêzên çekdar a Meclîsa Federal a Almanya di raporta sêyemîn salane ya ku derbarê arteşa Almanya amade kir de tabloyeke dramatîk derxist holê. Di raporta ku hat amadekirin de hat destnîşankirin ji ber kêmasîya amûr û leşkerên di arteşa Almanyayê de pileya amadebûna ji şer re bi şikleke neyînî tesîrdar dike.

Di raportê de hat diyarkirin mehên dawî yên sala borî bo hêz bên bicîkirin tu keştîyên binderyayî û balafira mezin a neqlîyê tunebû. Li gor vê yekê ew ê ew ê 6 keştîyên binderyayî di 6 salên dawî de li derveyî xizmetdayînê bimînin. Li gor ku hatiye plankirin diviyabû tev de 15 firkateyna arteşê hebana;lê belê ev hejmar bes 9 e. Hejmara êlekên ku berik jê derbas nabin û potînan kêm e û hejmara efseran jî kêm e ku bes di sala 2017an de cihê 21 hezar efseran vala maye.

Di raportê de keştî, firoke, tanq û keştîya şer ên arteşê wek pir xirab hatin nasandin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler