Rewşa Awarte çû Rewşa Nû hat

Rewşa Awarte çû Rewşa Nû hat

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz derbarê OHALa ku dawî lê hat anîn de destnîşan kir “Navê rewşa awarte hat guhartin û vêcarê wek ‘Rewşa Nû’ derket hemberî me.”

Ji teref Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê rewşa awarte(OHAL) ya ku doh dawî lê hat anîn de nirxandin hat kirin. Yilmaz di nirxandina ku kir de destnîşan kir divê digel OHALa ku hatiye rakirin mulakat û lêpirsînên ewlehîyê jî hatibana rakirin.

“Navê rewşa awarte hat guherandin û vêcarê wek ‘Rewşa Nû’ derket hemberî me”

Yilmaz di nirxandina ku kir de destnîşan kir tu şert û mercên berdewamkirina OHALê tune ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hikûmeta nû destnîşan kiribû ku ew ê OHALê rabikin. Piştî 18ê Tîrmehê rewşa awarte ango OHAL hat rakirin. Berdewamkirina OHALê him bo Serokomar û him jî bo hikûmetê sûdwar bû. Ji be vê yekê bo ev fêde berdewam bikin navê OHALa ku berî niha bo 3 mehan hatibû îlankirin hat guherandin û  vêcarê wek ‘Rewşa Nû’ derket hemberî me. Ew ê ‘Rewşa Nû’ 3 salane be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler