Rewşa kovandar a malbata ku ji Diyarbekirê koçê Bursayê kiriye

Rewşa kovandar a malbata ku ji Diyarbekirê koçê Bursayê kiriye

BÛRSA - Malbata ku ji bo derfetên aboriyê ji Diyarbekirê koçê Bursayê di kona ku vedaye de hewl dide xwe li jiyanê bigire. Rewşa vî malbatê hinava mirov dişewitîne.

Malbata Ayzîtê ji bo ku ji aliyê aboriyê ve jiyanekî çêtir bijî ji Diyarbekirê koçê Bursayê kir. Malbat ji ber ku nekarî kirêya xwe bide xwediyê malê malbatê avêt derve. Rewşa malbata ku li Taxa Cumalikizika girêdayê Yildirimê ye ev 15 roj e ku di konê de dijî. Rewşa malbatê kezeba mirov dişewitîne.

Dê Ayşe Ayzît rewşa xwe ya kovandar ji ÎLKHAyê re ragihand. Ayzît diyar kir ku bişev zarokên wê ji ber dengê koçikan û xetera mar û dûpişkan nawêrin razên.

 “Ji ber ku me nekarî kirêya xwe bidin xwediyê malê me ji mal avêt”

Ayşe Ayzîta ku ji navçeya Baglara Diyarbekirê ji ber tengasiya aboriyê mecbûr maye koçê Bursayê kiriye. Dûvre Ayzît wiha axavtina xwe kir: “Me berê malekî kirê kir. Kirêya wê 200 TL bû. Ji ber ku me nekarî kirêya malê bidin xwediyê malê me ji mal avêt. Li derekî perê mêrê min hebû dema ku wan perê mêrê min nekarîn bidinê em perîşan bûn.”

Ayzît destnîşan kir dema ku ew hatine Bursayê perê rêya wan tunebûye. Ji ber vî yekê wan eşyayên mala xwe firotine û dûvre çûne Bursayê. Dûvre Ayzît wiha pê de çû: “Ji ber ku derfetên kar li vir zêde bûn em hatin vir. Em li vir nikarin mal kirê bikin. Ji ber ku em Diyarbekirî ne mal nadin me. Em li vir di konê de dijîn. 3 zarokên min hene. Ji van 2yê wê nexwaşin. Min bir tixtor. Ji min re gotin divê ku li van baş were mêzekirin. Li vir ava vexwarinê û ceyran tune. Xwerinê ez li ser agirê dipêjim.”

 “Ez diltirsim ku nexwaşiyên zarokên min zêde bibin”

Ayzît diyar kir divê ku qîza wê biçe dibistanê. Lê ji ber ku îqametgaha wê tune ew nikare biçe. Dûvre Ayzît wiha ragihand: “Ez diltirsim ku nexwaşiyên zarokên min zêde bibin. Li Bursayê ji ber ku ez tu navnîşan nizanim min li tu derê serîlêdan nekiriye.”

Her wiha Ayzît destnîşan kir beriya her tiştê niyaziya wan bi avahiyekî heye. Ayzît diyar kir dema ku malekê wan hebe ew dê bikaribin bi hêsanî li kar bigerin. Dûvre Ayzît wiha axivî: “Bila rewşa me bibînin. Kesên din ên ku ne welatî ne tînin vir da ku rehet bikin bila alîkariya me jî bikin. Gelo dema ku ew zarokên xwe di vî rewşê de bibînin dê çawa bikin? Em dema ku hêj tarî nabe hewl didin xwarin dixun.” (ÎLKHA)











 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler