Rewşa kovandar a pîreka ehlê Sûrî

Rewşa kovandar a pîreka ehlê Sûrî

ÊLIH - Rewşa pîreka ehlê Sûrî ya ku ji şerê navxweyî reviye û hatiye li Êlihê di nav malekî nelihevhatî de sitiriye dil û kezeba mirov dişewitîne.

Rewşa pîreka ehlê Sûrî ya ku ji şerê navxweyî reviye û hatiye li Êlihê di nav malekî nelihevhatî de sitiriye dil û kezeba mirov dişewitîne. Pîreka ku ji şerê Sûrî reviye digel hemî şertên neyînî hewl dide ku xwe li jiyanê bigire.

Pîreka Lama Huseyîna 74 salî ya ku 3 sal berê ji şerê Sûrî revîbû û li Taxa Îluha Êlihê sitiriye di nav malekî nelihevhatî de tenê bi serê xwe dijî.

Pîreka ku ji roja hatiye Tirkiyê pê ve bi alîkariya xêrxwazan jiyana xwe didomîne ji ber ku meha Remezanê nêzik dibe û di mala wê de qet xwarin û vexwarin tune tengasî dikêşe da ku dê çawa meha Remezanê derbas bike.

Lama Huseyîn diyar kir ku heta niha tu saziyên xêrê alîkarê wê nekiriye. Ew ji bo kirê mehê 150 lîre dide û ji xeynî wî yeke ew fatureya ceyran û avê jî radizîne. Her wiha Huseyîn diyar kir ku ew carinan jî wek birçî dimîne.

 “Meha Reemzanê nêzik bûye lê di mala min de tu tiştekî tune”

Lama Huseyîn ji ÎLKHAyê re wiha qala pirsgirêkên xwe kir: “Ez 3 sal berê ji ber şerê Sûrî ji Helebê hatim li Êlihê sitirîm. Bes cîranên min alîkariya min dikin. Êdî cîranên min jî ji alîkariya ku li min dikin aciz bûne. Heta niha min ji tu saziyên xêrê alîkarî hilnegirtiye. Ez nizanim dê bi vî halê ve çi bikim. Meha Reemzanê nêzik bûye lê di mala min de tu tiştekî tune. Ez ji rêvebiran dixwazim ku meaşekî ya ku dê têra min bike bidin min. Kince li ser min jî ya xelkê ye. Ez nizanim dê ez ji vir pê ve çi karê bikim. Ez bê çare me.” (ÎLKHA)

 











 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.