“Roja ku ew ê mezlûm ji zaliman hisab bipirsin dê dijwartir bibe”

“Roja ku ew ê mezlûm ji zaliman hisab bipirsin dê dijwartir bibe”

DİYARBEKİR - STKyên Îslamî yên ku karûbarên xwe li Diyarbekirê birêve dibin qetlîama ku PKKê li gundika Baqewsê kiribû li ber Mizgefta Mezin tel’în kirin.

Her weke ku tê zanîn ji teref PKKê ve li gundika Baqewsa Diyarbekirê qamyona bombebarkirî hatibû teqandin û di teqînê 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bûbûn. Li dûv van kesên ku ji teref PKKê ve hatin kuştin 8 jinebî û 36 êtîm man. STKyên Îslamî yên ku karûbarên xwe li Diyarbekirê birêve dibin  qetlîama ku PKKê li gundika Baqewsê kiribû li ber Mizgefta Mezin tel’în kirin.STKyên Îslamî yên ku li ber Mizgefta Mezin civiyan diyar kirin  ji kî tê bila bê ew ê li dijî temamê zilm û qetlîaman dengê xwe bilind bikin.

Li ber Mizgefta Mezin ji bo 16 kesên ku jiyana xwe di teqînê de  ji dest dabûn re nimêja cenazeya giyabî hat edakirin û dû re daxuyaniya çapemeniyê  hat tertîpkirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Ev bû nêzî salekî ku ji ber pevçûn û qedexeyan êş û janên xelkê Kurd zêde bûn û xelkê Kurd hat mexdûrkirin ku ev yek tu wextî ne hatibû serê xelkê Kurd. Di vê pêvajoyê de bajarên Kurdan hatin wêrankirin, û mekanên dîrokî û manewî hatin tinekirin.Ji her tiştî girîngtir canê xelkê Kurd ji bona tiştekî vikûvala û ji bo lîstikên qirêj ên emperyalîstan û ji bona xeyalên şoreşê  hatin qurbankirin.Ew kesên ku dixwazin bi xwînên Kurdan fanteziyên xwe li ser piyan bigirin her roj qetlîamekê dikin.”

 “Ev bajêr ji qetlîama ku perçeyên însanan ji bi sedan metre dûrahî hatin berhevkirin û dû re hatine definkirin pê ve tu qetlîmeke din bi vî awayî nejiyaye”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin Sûrên Amedê cara ewil ji qetlîameke bi vi awayî re bûne şahid ku di vê qetlîamê de însan hatine perçe perçe kirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Herî dawî  ji teref PKKê ve li gundika Baqewsa Diyarbekirê qamyona bombebarkirî hatibû teqandin û di teqînê 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bûbûn.Sûrên Amedê ji qetlîameke bi vî awayî re şahidi nekirine. Ev bajêr ji qetlîama ku perçeyên însanan ji bi sedan metre dûrahî hatine berhevkirin û dû re hatine definkirin pê ve tu qetlîmeke din bi vî awayî nejiyaye.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji naskirîyên wan re jî sersaxî hat xwestin.Her wiha hinek rewşenbîr, nivîskar û STK ji ber ku ji bûyerê re deng dernexistine hatin şermezarkirin û dû re wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Ji kî tê bila bê em ê li dijî temamê zilm û qetlîamên ku li dijî xelkê Kurd ê Mustezaf re  dengê xwe bilind bikin û em ê vê yekê qebûl nekin.Ew roja ku ew ê mezlûm ji zaliman hisab bipirsin dê dijwartir be.”(ÎLKHA)

 















 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler