Rojnamegerê ji teref pkkê ve revandî

Rojnamegerê ji teref pkkê ve revandî

Alî Adıyamanê mıxabîrê ajansa Îlkhayê, jı bo serdana eqrebayê xwe çûbû gundê xwe û jı teref grûbeke çekdar ya pkkê ve hatıbû revandın. Jı rojnameger Alî Adıyaman hê jî tu salox nayê hılanîn û dılda û malbata wî, bı endîşe lı hêvya wî ne.

Nuçegîhanê ajansa ÎLKHAyê Alî Adiyaman, ji bo serdana eqrebayê xwe çûbû gundê xwe yê Şaoya Farqînê. Alî Adiyaman, di heyama li malê rûniştî bû ji teref grûbeke çekdar ya Pkkê ve hat revandin. 4 roj bi ser revandina wî ket, lê hê jî tu salox jê nayê hilanîn.

Piştî ku hat zanîn nuçegîhanê ajansa xeberan ya ÎLKHAyê ye, ji teref Pkkê ve bi tevlî wesaîta wî û eşyayên wî yên rojnamertîyê, hatîye revandin. Ji bo rizgarkirina rojnameger, cendermeyê tu xebat nedaye destpêkirin û eqreba û dildayên wî bi endîşe li hêvîya saloxekê ne.

Piştî revandina rojnameger, ji camîaya medyayê, civaka sazîyên sivîl ên hestîyar û ji platformên cûda bi beyanatên medyayî bertek û tepkî hatin nîşandan û berdana Alî Adiyaman hat xwestin. Lê balkêş e ku ji rayedaran tu beyanat nayê kirin û li ber vê zulmê bêdeng dimînin.

Alî Adiyaman di 27ê Tebaxê de roja Çarşemê, bi dê û bavê xwe re çûbû gundê xwe yê Şaoya Farqînê û di heyama ku di malê de rûniştî bû, ji teref çeteya Pkkê ya çekdar ve hatibû revandin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.