Rojnamegerê ku çeteyên siyonîst ew desteserkiribûn vedigere Tirkiyê

Rojnamegerê ku çeteyên siyonîst ew desteserkiribûn vedigere Tirkiyê

Rojnameger Kemal Gumuşê ku çû Qudsê ji ber ku rêwiyê Mavî Marmarayê bû ji teref çeteyên siyonîstan ve li Telavîvê hat desteserkirin, Gumuş niha vedigere Stenbolê.

Rojnameger Kemal Gumuşê kuji bo  Mescîda Eqsa û mekanên pîroz ziyaret bike  çû Qudsê ji ber ku rêwiyê Mavî Marmarayê bû ji teref çeteyên siyonîstan ve li Balafirgeha Ben Gurîona Telavîvê hat desteserkirin. Gumuşê ku ji teref çeteyên siyonîstan ve hat desteserkirin niha vedigere Stenbolê.

Gumuşê ku ji teref siyonîstan ve hat desteserkirin ji hisaba xwe ya twîtterê derbarê mijarê de diyar kir “Di taliyê ew esareta bi zordar a li Îsraîlê bi dawî dibe. Piştî ku ez 6 seatan hatim desteserkirin re niha bi balafira THYyê vedigerim Stenbolê. Her wisa ez bûm şahid ku ew Mavî Marmaraya ku bû sedema dersînorkirina min di dilê siyonîzmê de birîneke ku dê baş nebe vekiriye.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.