Rûhanî li herêma erdhejê kesên mexdûr ziyaret kir û lêkolînan kir

Rûhanî li herêma erdhejê kesên mexdûr ziyaret kir û lêkolînan kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Kurdistana Îranê li herêma ku lê erdhej pêk hat lêkolînan kir.

Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê yê ku li Kîrmanşaha bajêra Kurdistana Îranê ya ku lê erdhej qewimî ziyaret kir derbarê mijarê de wisa got: “ Xelkî hikûmet û hêzên me yên çekdar temam li va xelkê Kîrmanşahê ne.”

Ruhaniyê ku di wextên şeveqê de çû herêma ku lê erdhej qewimî destnîşan kr ew ê ji bo xelk karibe malên xwe ji nû ve ava bikin alîkariya parayan bidin xelkê mexdûr.

Ruhanî di berdewama daxuyaniya xwe de derbarê mijarê de wisa got: “ Ez dixwazin li ser navê temamê xelkê Îranê  ji Kîrmanşahiyan re serxweşiyê bixwazim. Temamê xelkê Îranê li ba xelkê Kîrmanşahê cî girtiye û kesên ku wanan nafikirin tuneye. Rayedar, hikûmet, artêş, Mihafizên Şoreşê, Hêzên Harekata Seferberiyê, Weqfê Avahiyan , Wezareat Karên Hundir û Wezareta Veguhastin û Enerjiyê hewil didin û dixebitin da ku problem ji holê bên rakirin. Ji ber vê yekê ez bo wan teşekur dikim.”

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de got “hikûmet ew ê di demeke kurt de mişkîleyan çareser bikin”  û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Weqfa Avahiyan erka bicîkirinê li ser xwe girtiye. Divê temamê kesên xêrxwaz û rayedarên leşkerî û hikûmetî destekê bidin vê saziyê û bi tena serê xwe hereket nekin. Ji bilî van ew ê ji şêniyên xelkê re alîkariya parayan bê kirin da ku karibin ji nû ve malên xwe ava bikin.”

Di erdheja ku roja yekşemê li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de hejmara kesên ku li Kurdistana Îranê  jiyana xwe ji dest dan derket 430 kesan û zêdetirî 7 hezar kesan jî birîndar bûn. Her wisa hat ragihandin  nêzî 12 hezar malan hilweşiyan.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.