Rûsan Çeçenekê din qetil kirin

Rûsan Çeçenekê din qetil kirin

QOCAELÎ - Hat ragihandin ku li Îzmîtê Çeçenek ji teref kes/kesên ku tê diyarkirin ji îstîxbarata Ûris in ve hatiye qetilkirin.

Hat ragihandin ku li Taxa Îlîmtepeya girêdayê Korfeza Îzmîtê ye Çeçenê bi navê Ruslan Îsrapîlov (46) di mala xwe de ji teref Ûrisan ve hatiye qetilkirin. Tê gumankirin ku di bûyerê de tiliya îstîxbarata Rûsyayê heye.

Êrîş li hawîrdora Taxa Îlîmtepeya girêdayê Korfeza Îzmîtê ya ku exlebê Çeçenan li wir dijîn qewimî. Gor agahiyên hatine bi destxistin bûyer doh ber êvarê li nêzê Goristana Îlîmtepeyê di nav mala wî de qewimiye.

Piştî ku êrîşker bi çekê li Îsrapîlovê da ji ciyê bûyerê revî. Îsrapîlovê ku ji singê xwe hatiye lêdan di ciyê êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê tîmên polêsan çûn ciyê bûyerê. Dûvre ji bo ku êrîşker werin girtin xebat dest pê kir.

Hat ragihandin ku Îsrapîlov zewicandî û bavê 3 zarokan e. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.