Rûsya dê 23 dîplomatên Îngîltere dersînor bike
Hat ragihandin Rûsya li dijî qerara Îngîlterê ya dersînorkirina 23 dîplomatên Rûsyayê ew ê Rûsya jî 23 dîplomatên Îngîlterê dersînor bike.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin divê di nava heftîyekê de ji Balyozxaneya Îngîlterê ya li Moskovê 23 dîplomat veqetin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin dema ku Îngîltere gaveke din a dijminane bavêje dê Rûsya ji vê re bêdeng nemîne û ew ê bersiv bide.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.